Di nexweşxaneya aqil(tîmarxaneyê) da nexweşekî, yekî dînik xwe mirî dihesiband; wer bawer dikir ew ne sax e, mirî ye. Lema jî ne dixwar, ne jî vedixwar, digot mirî naxwin û venaxwin.
Tuxtor giş lê kom dibûn, ji bo ku bixwe û vexwe li ber digerîyan qebûl nedikir.
Nediçû derekê, nedigeriya, beşdarî tu aktîvîteyê nedibû, bêhereket rûdinişt, digot ez mirî me.
Dîno guh nedida van argumendtên tuxtoran, wî tim ya xwe dubare dikir, digot, ”ez mirî me.”
Psîkîyatrê ew tedawî dikir piştî gelek hewildan fêm kir ew nikanin wî îqna bikin ku ew sax e, ne mirî ye. Jê ra got:
-Ma bi ya te xwîn ji miriyan tê ya na?
Yê nexweş(dîno) got:
-Helbet xwîn ji miriyan nayê. Çimkî fonsîyonên jînê ya miriyan hemû mirine, hemû hişk bûne.
Li ser vê bersîvê, psîkyatir rahîşt derziyekê û di tiliya wî ra kir. Dîno bîstekê bi matmayî bala xwe da tiliya xwe ya bixwîn, dûra got:
-Wey nahlet lê be! Tiliya mirîyan jî xwîn dibe !
Gava însan nexwaze bibîne, nexwaze bibihîze ji koran kortir e, ji kerran jî kerrtir e.
Însan gava nexwaze ne kor be jî rastiyê nabîne, ne kerr be jî rastiyê nabihîze, xwe kor û kerr dike.
Li kesên li derdora xwe bifikirin, însanên naxwazin rastiyê bibînin û qebûl bikin pir in. Kesên wiha dişibin wî
dînokê xwe mirî dihesiband.
Yên naxwazin rastiyê bibînin û qebûl bikin zirarê him didin xwe, him jî miletê xwe. Çimkî nabin hevalê rastiyê û yên bi heq.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar