Nivîsek 18 sal berê. Min got bera wenda nebe, di bloga min da hebe.
2007-02-18
Ev demeke hin kanalên telewîzyonan û malperên kurdî Selah Bedredîn ji dest hev direvînin. Kanala Tîşk-ê pê ra hevpevînek bi hêl û ml çêkir. Hin malper qala xebatên wî yên giranbuha dikin, Nefelê ew kir “kolumnîst”ê xwe.
Vê rewşê tu bixwazî nexwazî tesîr li min jî kir, min jî xwest ez birêz Selah Bedredîn hinekî ji nêz ve nas bikim.
Loma jî min bi lez û bez berê xwe da malpera Nefelê û dest bi xwendina nivîsa wî ya dawî(pêla şêxên kolanan) kir.
Ez Selah Bedredîn wek şexs nas nakim û min tu carî jî ew nedîtiye. Lê navê wî min ji salên 1980-î vir da gelek caran bihîstiye. Bi qasî tê bîra min, Selah Bedredîn heta dawiya salên 1990-î serokê partiya Hevgirtina Gel li Sûrî bû û li Lubnanê dima.
Li gor dihat gotin ew merivê Yasar Erefat bû. Piştî şerê Lubnanê û şikestina Filîtîniyan ew jî bi Erefat ra çû Tunêsê û heta mirina Erefat jî li wir û yekcaranan jî li Berlînê dima.
Lê ji ketina Seddam û vir da wî rota xwe guherandiye û êdî li Kurdistana
azad dimîne.
Piştî
reqlama bi rojan ya programa “40 deqîqe”, min got miheqeq di tûrikê vî camêrî
da gelek tiştên hêja hene loma hewqas kanal û malperên kurdan xwe di ber hev ra
dikin û dixwazin ji zanîn û felsefeya wî feydeyê bigrin.
Ma
heger tiştekî wî yê gotinê tunebe ji bo çi programa “40 deqîqe” ewê bi rojan
reqlama wî bike?
Heger ne nivîskar be ji bo çi Nefel-ê rabe quncekekî bide wî?
Heger ne xwedî fikir û zanîyariyeke kûr be ji bo çi di civîn û semînerên “Kombenda Kawa” da bi sedan kes ewê lê guhdarî bikin?
Bêguman ji bo meşhûr bûn û populerîtiya birêz Selah Bedredîn gelek sebebên din jî rêz bike, lê ne hewce ye.
Ji bo ku ez jî hinekî birêz Selah Bedredîn ji nêz ve nas bikim, ji ilm û îrfana wî, ji felsefe û zanîna wî ya gelkî dewlemend û gelkî hêja para xwe bigrim min berê xwe da malpera Nefelê û meqaleya wî ya dawî(.Pêla “şêxên kolanan” )xwend.
Wek tê zanîn ev demeke birêz Selah Bedredîn di malpera Nefelê da wek “kolumnist” nivîsan dinivîsîne. Min nivîs carê xwend, du carfan xwend, sê caran xwend bê feyde bû, min tiştek jê fêm nekir. Min bala xwe dayê ji nivîsê bêtir, dişibe ji pesn axaftinên erebekî ku nuh fêrî nivîsandina kurdî bûye.
Min got dibe ku kompîtorê ev nivîs bêhemdî li bin guhê hev xistiye, loma jî tiştek jê nayê fêm kirin. Çimkî her gotin bê qaîdeyên zimên hema li pey hev hatibûn rêzkirin û wek werîsekî pir dirêj tu carî dawî lê nedihat, her dirêj dibê û dirêj dibê. Yek cumleyek a ku meriv bikanîbûya bi hêsanî jê fêm bikira tunebû.
Ji bo ku ez bigihîjim qenaeteke objektîv ji mecbûrî min nivîsên din jî xwendin.
Lê fena ku ez erebî ya jî zimanekî din bi kurdî tîpên kurdî bixwînim. Bi rastî jî di jiyana xwe da ez kêm carî rastî îbret û sosiretên wiha hatime. Ji ber ku yek ji ya din xerabtir bû.
Erê herf û gotin kurdî bûn lê tu hevokek jî ne li gor sentaks û rêzimanê kurdî bû.
Lê li gel vê jî, ew di Nefelê da û him jî li kêleka zimanzanê hêja Newzad Hirorî hatibûn weşandin.
Ji bo ku meriv bikanibe ji tekstekê tiştekî fêm bike dibê meriv li gor gramer û îmleya wî zimanî hin îşaretan bi kar bîne.
Ev, herfên mezin in, herfên biçûk in, bîhnok e, nixte ye, nixtepirs e, hevok, pragraf û hin qaîde û qanûnên din in..
Lê di nivîsên
Selah Bedredîn da qaîdeyên wiha tunene, wî her tişt sivik kiriye. Her nivîseke
wî du-sê cumle ne. Hemû cumleyên dûr û dirêj in, meriv dixwîne, dixwîne û dixwî
ne, lê tu carî dawî nayê. Dişibin benîştê qanikê, meriv
çiqasî bikşîne jî naqete, her dirêj dibe.
Wek tê zanîn zimanê kurdî jî wek her zimanî xwedî hin qaîdeyên îmlayî, rêzimanî û sentaksekê ye.
Dema meriv li gor van qaîdeyên zimên û bi taybetî jî li gor sentaksa kurmancî nenivîsîne tu tişt ji nivîsa meriv nayê fêmkirin.
Meriv nikane hevokên tirkî ya jî erebî hema raste rast wergerîne kurmancî.
Dema meriv wer bike tiştek jê nayê fêmkirin. Diyar e Selah
Bedredîn jî bi erebî difikire û bi têpên kurdî jî wan lid û hev rêz dikie. Û dû
ra jî bawer dike ku wî karekî hêja kiriye!?
Piştî
ku min çavên xwe li hemû nivîsan gerandin ez ji xwe ra matmayî mam. Malpereke wek
Nefelê çawa dikane van gotinên bê ser û ber û bê mane wek nivîsekê qebûl bike û
biweşîne? Nefel yekemîn malper e ku “rêberiya rastnivîsê” danîye. Ez bi xwe vê
yekê rast û karekî di cî da dibînim. Ev yek.
Ya din, berpirsiyarê Nefelê Arif Zêrevan bi xwe li ser rêzimanê kurdî kitêb nivîsîye.
Ez wek şexs hin pêşniyarên Arif Zêrevan yên di vî warî da (meseleya tewangê yek ji van e) rast nabînim.
Lê li gor hin qaîdeyan nivîsîna wî rast dibînim û gelkî
jî kêfa min jê rat ê. Û ez li her derê jî pesnê vê îstîkrara Nefelê didim.
Lê çi heyf ku di nimûneya Selah Bedredîn da Nefelê hemû prensîbên xwe yên rastnivîsînê binpê kiriye. Min qet sebebekî mantiqî ji vê xweşbîniya Arif Zêrevan ra nedît. Divê tu kurdekî bîrewer nehêle zimanê wî hewqas jî were pîs kirin.
Bi weşandina nivîsên wiha yek, diyar dibe ku hurmeta meriv ji biryara meriv ra tuneye; dudu, meriv qedir nade xwendevanên xwe; sisê, meriv qedir nade zimanê xwe. Di warê ilmî û întellektuelî da cidîyeta bi zimên ra divê di ser her tiştê din ra be.
Malperên kurdan divê wî mafî li ba xwe nebînin ku zimanê kurdî hewqasî jî rezîl û riswa bikin! Ez nabêjim Nefel tenê “ucûbeyên” wiha diweşîne, Netkurd di serî da, gelek malperên din jî li hember zimanê kurdî vê bêhurmetiyê dikin.
Mesela di nûçeyên Netkurdê da şaşiyên zimên di zîrweyê da ye. Lê divê ev yek ji Nefelê ra nebe mazeret. Çewtiyên hinekên din maf nade ku meriv jî çewtiyan bike ya jî li hember çewtiên xwe xemsar û xweşbîn be.
Ji bo ku xwendevan jî wek min,vê ibreta nedîtî bi çavên xwe bibînin ez ji her nivîseke birêz Selah Bedrfedîn TENÊ hevokekê/cumleyekê li jêr pêşkêş dikim. Ez dizanim nimûneyên li jêr pir dirêj û ne karê aqilan e, lê bi rastî jî rast in.
Helbet
ne şert e ku xwendevan hemûyan bixwînin, ji bo meriv bigihîje qenaetekê
xwendina yekê jî têr dike. Lê ji bo ku ez nîşan bidim ku ne nivîsek, lê hemû
nivîsên wî nayên fêmkirin loma jî min ji her nivîseke wî hevokek girt. Ji xwe
her nivîseke wî du-sê hevok in. Belê we çewt nexwend, ne paragraf/kîte lê hevok
yanî cumle.
Kerem bikin û bi zewqeke mezin van “aforîzmayên” birêz Selah Bedredîn bixwînin:
1. Berevajî xweza û rêbaza koma nû ji “şêxên kolanan” eva bivetirîn û ziyantirîn ji yên berî xwe a ko ji nezaniya sedsalên navîn hatî bi ramana xwe a tarîperest û islama xwe ya siyasî ya ideolojkirî a ko yên din qebûl nake û perensîpa Mikafîlî bikartîne (armanc alavan destnîşan dike) çi di riya tundiya cîhadê de be yaxud kuştin û wêrankirin û ji holê rakirina siyasî bi mebesta bidestxistina kilîtên deselatên kargêrî û biryardanê de be nexasime piştî ko pêşwaziya piştgiriya mewdaniya mezin û berdewamkir ji aliyê alavên xizmetguzarî û erkên nehênî yên layên derveyî ko bi piranî ji rêjîmên tepeser in, û piştî ko wan ji xwe re sîstemên ji alavên leşkerî û istixbaratî û ewlekarî yên çekdar avakirin li derveyî çarçoveyên dewletên niştimaniyên heyî weke nimûne (Hizbollah li Lubnanê, Hamas li Filistînê, Artêşa Sadr û mîlîşiyayên heyeta zanayên musliman li Iraqê, Dadgehên Şer‘î li Somalê) û hindek welatên din li rojhilata navîn ko dem nin e anuha basa wan bikin.(cumleyek ji nivîsa ” Pêla “şêxên kolanan)
2. Di sibeha rojeka bi baran ji zivistana sala 1964an ji sedsala bihûrî, û li gor bicihanîna tiştê ko li tevahiya xwendegehên welat dihate bikaranîn ji dema hatina partiya Besê ser deselatdariyê, ez jî digel xwendekarên lîseya me de bûm di nav refên ko di gorepana xwendegehê de hatibûn rêzkirin û bi kotekî amadekirî bûn ji bo pêkanîna rîtûalên nîvleşkerî yên rojane ko mîna "silavnameya alê" dihatine bi nav kirin bi cil û bergên leşkerî yên reng axekî û bi rawestina mamostayan di aliyê hember de nêzîkî dergehê birêvebiriyê, û bi serokatiya efserekî ko bi piranî ji "istixbaratên leşkerî" dihate hilbijartin ko şertên xwestî tê de peyde de bûn da ko bihêle amadebûyî solganên Bees a serdest dubare bikin: Yekîtî, azadî, sosyalîzm… Neteweyeke erebî hevgirtî… Xwediya nameyeke nemir!( cumleyek ji nivîsa “Buhayê gera li ala niştimanî”)
3. Dor
45 salan di ser roja bikaranîna tawana şovoniya şermezar derheqê zêdeyî 150,000
mirovê Kurd li parêzgeha Hesekê re diborin, dema ko jîngehên neteweperest û
nijadperest serjimareke awarte – derewîn – lidarxistin bi mebesta bêparkirina
vê nisbeya mezin ji hemwelatiyan Kurd ji mafê wan yê hemwelatiyê di çarçoveya
konevaniya tepeseriya neteweyî û bicihkirina planeke berfireh an ko bicihanîna
pêşniyazên birêvebirê ş'ûbeya ewlekariya siyasî li parêzgehê yên ko di rapora
wî ya bednav de hatî bi armanca tunekirina unsurê Kurdî û neçarkirina Kurdan bi
koçbarkirina "siyasî" û dûrketina ji xaka bav û kalan, ev rapora ko
ji aliyê serkirdayetiya partiya Baas a deselatdar ve hate pijirandin piştî
bidestxistina deselatdariyê.(cumleyek ji nivîsa “Bila 5-ê oktoberê bibe roja
yekgirtina niştimanî”)
4. Heta
niha jî, jîngeha siyasiya Kurdî weke çarçeweya niştimanî Sûrî ya giştî, ji dema
qewimandina şerê Lubnanê ve çavdêriya bûyeran dike bê ka encamên wê dê çi bin
di gorepana Surî de ji ber pêwendiya tund di navbera herdû dîdarên Lubnanî û
Sûrî de, çi nisbetî cîgehê rêjîma welatê me di hevbendiya heyî de: Îran û
Hizbullah, yan bi têkilbûna kitekitên tawana destkuştina serok Herîrî û rojeva
lêpirsîna komîteya nanvneteweyî berbi tawanbarkirina serkirdayetiyên rêjîmê, û
pirsgirêka xaka Surî ya dagîrkirî li Colanê û paşeroja nakokiya bi dewleta
Israilê re, û herî giring û li gor tiştê li jor hatî çarenûsa rêjîma dîktator û
dozên guherîna demokratîk û mafên rewa yên gelê Kurd tevî kêşeyên taybetmendiya
Kurdî yên girêdayî bi baldana herî berz û tund derbarê aramî û biserketina
ezmûna federal ya Kurdistana Iraqê û liberxwedana wê li hember bive û
rikeberiyên hevbendiya Sûrî-îranî û teror û çavsoriya fudementalîteyên olî û
sekûlar û dijminahiya rêjîma Tirkî ya zordest.(cumleyek ji nivîsa “Diyaloga
Kurdî-Kurdî: pêwîstiyeke netewî û niştimanî ye”)
5. Ji
paradoksên watedar û kesnedîtî ko kurd ji dor sedsalekê ve têdikoşin û li
çareseriyeke şayiste ji bo doza xwe ya neteweyî re digerin û li benda yên din
yên serdest û vîna navneteweyî –ya niyazbaş!-dimînin,bi gotineke din li benda
deselatên neteweyên serdest "ereb û tirk û faris" ko gotina xwe
bibêjin û nêrîna xwe derbarê çarenûsa wan de eşkere bikin, em niha li herêma
kurdistana iraqê ya federe wan di cihê biryardan û destnîşankirina çarenûsa
miletên din de dibînin-ev tiştê ko ciyê serbilindiyê ye-û barê çareserkirina
erkên xwe yên niştimanî û îdarî û aborî û çarenûsî û di nav de
danûsitandinkirin bi kitekitên pirsgirêkên neteweyên din re hildigirin di riya
pêşkêşkirina projeya destûra herêma kurdistana iraqê ji bo guftûgokirinê,mîna
ezmûneke nû û bêhempa di dîroka tevgera neteweyî kurdî de ya ko divê
biserbikeve çiqasî ko kedên çandî û zagonî û maddî û kargêrî di warê gotûbêj û
danûsitandinê de pir bin jî di çarçoveya objektîvî û vekirîbûn û tolerans û
perensîpên demokratîk de. Di vê gotara xwe de,ez dê tenê derbarê mihwera
neteweyên kurdistanê de biaxivim û alî û mijarên din ji pisporan re bihêlim(cumleyek
ji nivîsa “Projeya destûra herêm û mafê neteweyên Kurdistani”)
6. Tiştê
ko rêjîma beesa herifî li Îraqê bi dehan sal li dijî gelê kurd; cînar û dostê
gelê ereb pêkanî, pir tund û mezin bû ko ji sînorên bawerkirinê derket û
rikeberiyek ji ramana neteweya erebî a nûjen re peyda kir û bû pirsgirêkeka
sincî nisbetî ronakbîrê ereb li her şûn û warekî girêdayî babetên serbestî û
mafên neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de û mafên mirovan û demokrasî
û hevjana neteweyî û pirrengiya çandî û yekîtiya niştimanî bi taybetî dema ko
rêjîmê bi dizî û eşkere hewil dida ko kurdan wekû millet di nexşeya Îraqê ya
neteweyî û erdnîgarî de tune bike di riya guhertina pêkhateya demografîk bi
tunekirin û kuştin û bêserûşûnkirin û koçbarkirin û guherandina girêdana
neteweyî bi darê zorê di riya îmzekirina kotekî li ser formên taybet ko ji
aliyê alavên ewlekariyê ve dihatin amadekirin an jî di riya komkujiyan de weke
ko operasiyonên Enfalan yên ko tevahiya deverên Kurdistanê vegirtin û hijmara
qurbaniyên wan gihîştin 182 hezar zarok û jin û mêr tevî 8 hezar mirovên
barzanî zarokên wê malbata birûmet ji kur û nevî û merivên Barzaniyê nemir ko
gorên bikom şahidê wê ne yan jî tunekirina 5 hezar mirov ji xelkên Helebçe bi
xaza kîmyewî ji bilî hezarên rûdan û rewşên din ji darvekirin û destkuştin û
tunekirinê ko gihîştin kurdan di dema deselatdariya dîktatorê gordojeh de. (cumleyek
ji nivîsa “Doza Enfalan an jî sêyemîn dadgehkirina serdemê”)
7. biserketina
pêla şovonîst li dijî kurdan wê çaxê û destpêkirina serdema tepeseriya ewlekarî
li deverên kurdî û serbestberdana alavên ewlekarî ji bo cara yekê li Sûriyê bi
vî rengê tund bi mebesta lihemberderketina – biveya kurdî û berî wê jî
destpêkirina kampaniyeke tijekirina sîstematîk ji bo parastina erebbûyîna
Cezîra Sûrî bi serkirdayetiya hindek şovonistên navdar mîna Seîd Elseyd û Ased
Mehasin mil bi mil bi amadekirinên gerek da ko mûlazimê yekem Mihemmed Teleb
Hîlal serokê alava ewlekariya siyasî li Qamişlo bikaribe lêkolîna xwe ya bednav
û mişt bi konseptên faşîst li dijî kurdan derxe holê.(cumleyek ji nivîsa “Wexta
ko li Amûdê dem rawestiya”)
8. Dema
seredana wezîrê derve yê Sûriyê bo Bexdayê, ne bi xwezayî hatibû destnîşan
kirin lê piştî plankirin û xwendineka hûr di heman dema lidarketina hindek
pêşveçûnên navneteweyî û herêmî ko xwediyên biryarê li şamê dibînin anjî hêvî
dikin ko ew li milê nêrîn û siyasetên wan in nexasime piştî kurtepistên li dora
berzbûna meyildariyekê li nik ewropayî û emerîkiyan ko ew dê xwe radestî şert û
mercên diyalogê bi hevpeymana sûrî-îranî re bikin piştî lawazbûna rewşa
ewlekarî li Îraq û Lubnanê û dûrxistina vîna guherînê li devera rojhilata navîn
tevî nameyên israilê berev daxyuandina nermliviyê bi rêjîma şamê re weke
bijarteya herî baş ji danûsitandinê re di paşerojê de di şûna himkûmeteke
milliya nediyar ko ji vîna milletê Sûriyê derbiçe piştî pêkanîna guherîna
demokratîk.(cumleyek ji nivîsa “Îraqa nuh: Piştgiriya navneteweyî û nediyariya
herêmî”)
9. Ji
dema naskirina wê ve, axaftin û guftûgo derbarê giringiya devera Rojhilata
navîn ranewestiyaye ji ber semyanên wê yên stratîcîk yên naskirî weke cih û
petrol û pirrnegiya çandî, ev giringiya ko di demên dawî de bêtir bala yên din
ber bi xwe ve kişand ji ber guherîna wê bo qada şerê erebî-israilî û bûyer û
rûdanên leşkerî ko bi piranî ji derveyî vîn û berjewendiyên milletên deverê man
û bêtir rengên nakokiyên navneteweyî li dor kartêkirin û sûdemenidyan
wergirtin, her weha ji ber gurbûna diyardeya terorê û biveyên rêjîmên diktator
di gelek welatên deverê de weke astengiyekê li pêşiya pêşveçûnê û jêderekê ji
karûbarên tundûtîjiya sîstematîk di heman demê de.(cumleyek ji nivîsa “Rehendê
Kurdistanî yê projeya Rojhilata navîn a nû”)
10.
Rapora Grupa Lêkolîna Îraqê ya ko ji kesayetiyên siyasî û diplomasî ji herdû
partiyên sereke û serbixweyan tê hev û naskirî ye bi rapora Baker-Hamilton bi
baldaneke mezin ji aliyê elîtên siyasî di Rojhilata navîn bi taybetî û rojava
bi giştî de hate pêşwazîkirin, ji ber pêşkêşkirina wê di rewşên awarte de weke
têkçûna partiya komarî a serdest di hilbijartinên nîvdemî de angu vebûna
dergehên Koşka Sipî li pêşiya demoqratan piştî du salan, her weha, di bin saya
mezintirîn guftûgoyên di gorepana amerîkî de derbarê bijarteyên pêwîst derheqê
pirsgirêka iraqî û aloziyên wê yên ewlekarî û siyasî û pêşveçûnên xwînî yên ko
her diçe zêde dibin bi mebesta pêşî li vîna lihevkirina niştimanî û bihêzkirina
proseya aşîtiyê a demokratîk girtin, dîsa di rewşekê de ko bêtirî gorepanekê di
Rojihilata navîn de berev tevlîheviyê ji ber pilanên hevpeymana dijayetîker bi
serokatiya rêjîmên şam û tehranê yên despotîk û hevbendên wan ji girûpên islama
siyasî ko teror û tundûtûjiyê bikartînin nemaze li lubnan û filistînî,diçin. (cumleyek
ji nivîsa “Nakokî di navbera rapor û biryarê de”)
11.
Piraniya tiştê ko tê belavkirin û weşandin û nimayşkirin ji helwestên nîvco û
behane û guman û fitneyan divê ko rastiyên pêdar ji ber çavê niştimanperwer û
guherînxwaz û çaksazan veneşêrin, û rastiya bûyera iraqî tê kurtkirin weke
danîna sînoreke yasayî-destûrî-legal ji kesayetiya dîktator re ji aliyê gelê
iraqî û dezgehên wî ve piştî dor çar salan ji rûxandina rêjîma Sedam a despotîk
û tunekirina rêjîma wî a siyasî û ewlekarî û piştî ko stûnên proseya siyasî
demokratîk di iraqa federeya nuh de hatine avakirin, û çiqasî ko dengên
neneormal ji vir û wir derbikevin (çawa be vê carê kêmtir in) û çiqasî ko hindek
hewil bidin – ji niyaza nebaş anjî wekî dinê-ku aspekta tayfgerî ser rûdanê di
hundirê iraq û derveyî wê de zêde bikin jî, divê ko em tev bi naveroka siyasî a
pirsgirêkê pêgîr bin angu tiştê ko pêkhat tenê beşeke ji cenga siyasiya
çarenûssaz li dirêjahiya rojhilata navîn di navbera piraniya di nav refên
milletê me yên ko guherîna demokratîk û seqamgîrî û rizgarî û felata ji
despotîsmê û tarîperestiyê û teror û tundûtîjiya kor ji aliyekî ve û di navbera
girûpên ko herdû cemeserên despotismê li şam û tehranê û yên ko di rêza wan de
dimeşin ji aliyê din ve, hembêz dike.(cumleyek ni nivîsa “Sedam bi dawî hat,
bila proseya guherînê berdewam be”)
Ez
bi xwe dema di malperên kurdî da sosiretên wiha dibînim madê min digere û dilê
min ji xwendina kurdî sar dibe. Helbet nimûne ne Selah Bedredîn tenê ye, rewşa
gelek nivîskar û nûçegîhanên malperên din jî kêm zêde wek ya Selah Bedredîn e.
Zimanê kurdî kirine wek gêrmiya gavanan, her babet xwarin tevlihev e. Meriv
newêre tiştekî jî bibêje. Dema meriv bibêje jî meriv ya wek dijmin ya jî wek xêrnexwazê
xwe dibînin.
Li
ba xelkê qaîdeyek heye, kî ji heq çi karî derkeve wî karî dike. Yanî dema yek
karekî bike miheqeq karê xwe baş xerab dizane. Mesela heger nizanibe di nava
civatekê da bipeyive nabe siyasetmedar. Heger ne zana be û tew di ser da jî
ferqa herfên mezin û biçûk nizanibe xwe li nivîskariyê nake bela û wê rutbeyê
bi sînga xwe ve nake.
Lê li ba me kurdan bi piranî her kar û wezîfe belovacî vê qaîdeyê ye. Yê dengnexweş dibe dengbêj, yê nizane di civatekê da du gotinên serrast bîne ba hev dibe siyasetmedar û yê ku bira zanîn û ronakbîrî jî li wir bimîne, bi hawakî dirist hîn fêrî rastnivîsînê jî nebûye xwe li nivîskariyê radikşîne û dibe nivîskar.
Kes guh nade xwendevanan, nabêje ma ne şerm e ez vê gêrmiya gavanan wek nivîs, wek nûçe pêşkêşî xwendevanên xwe dikim? Camêr bi qasî xwendevanekî sinifa 4-5-an jî ziman nizane lê di malperekê da ya dibe ”kolumnîst” ya jî nûçeyan dinivîse û xwe wek nivîskar û rojnamevan dibîne.
Zanînîn
bingeha nivîskariyê ye, dema zanîn tunebe nivîskarî ne mimkûn e. Lê ji bo gelek
kurd î ev şert ne hewce ye, ya girîng nivîsandine. Ne zanîn û ne jî ziman qet
ne girîng e. Ya girîng li dû hev rêzkirina hin gotinan e û ne şert e ku jê were
fêmkirin jî. Nimûneyên li jor di vî warî da nimûneyên gelkî balkêş in.
Wek min got, ez Selah Bedredîn nas nakim û tu derdekî min jî bi camêr ra tuneye. Dibe ku di hin warên din da gelkî jîr û jêhatî be. Ev mimkûn e û ji xwe mijara min jî ne ev e. Lê ne nivîskar e û tiştên di quncikê xwe da bi nêta ”nivîs”ê dinivîse jî ji dûr û nêzîk va naşibe nivîsê.
Bêguman wek her kesî, mafê Selah Bedredîn jî heye binivîse û heta bibibe nivîskar jî. Lê wê demê jî berî her tiştî divê kurdî û rastnivîsînê fêr bibe. Yanî fêrî gramer, îmla û sentaksa kurdî bibe. Dema fêrî vê ABC-ya nivîsandinê nebe divê nebe ”kolumnîst” û xwe li nivîskariyê ranekşîne. Karekî din bike ewê jê ra çêtir be.
Û malperên kurdî jî divê êdî wek xelkê hinekî qedir bidin zimanê xwe û nehêlin her kesê ku dilê wî xwest bikanibe bi kurdî bilîze.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar