Berpirsîyarên Tirkiyê durûtiyê dikin, naxwazin PKK şer rawestîne, sîlehên xwe deyne û xwe belav bike. Naxwazin çimkî bakafirên Tirkiyê her roj, bênabên gerîlayên PKK´ê bombebaran dikin.
HPG´ê gotiye li gel biryara agirbestê jî artêşa tirk 828 caran
êrişî wan kiriye û wan jî ji mecbûrî bersîv daye êrîşan.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî do gotiye, ”Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) dijminê sondxwarîyê Tirkiyê ye. PKK/YPG navê HSD´ê li xwe dikin.”
Ji destpêkê da ye ez dibêjim, tirk naxwazin PKK şer rawestîne. Xebera ”aştiyê” xweş xebere lê min jê ne bawer e.Ev derewa Tirkiyê jî wek agirbestên berê ewê vir derkeve.
Tirkiye naxwaze PKK xwe fesh bike, heger bixwesta PKK´ê ji zûda xwe fesh kiribû.
Ji roja Evdila Ocalan hatiye girtin PKK viya dixwaze, amadeye xwe fesh
bike. Tirkiye naxwaze, şer dirêj dike. Çimkî kara wan tê heye.
Tirkiye ne li dû çekdanîna PKK´ê ye, naxwaze PKK xwe fesh bike.
Tirkiye li dû belavkirina Kurdistana Rojava ye.
Tirkiye dixwaze li Kurdistana Rojava îdareya kurdan ji destê wan bigire. Armanca tirkan ev e.
Dixwazin bi
alîkariya Evdila Ocalan û PKK´ê Kurdistana Rojava ji kurdan bistînin, bidin
ereban.
Ji bo wê jî Hakan Fîdan hewqasî êrîşî HSD´ê dike, dibêje HSD neyarekî sondxwarî
yê Tirkiyê ye.
Yanî mesela lihevkirina PKK´ê û Tirkiyê ewê neçe serî, Tirkiye heta bikanibe ewê êrîşên xwe
yên ser Kurdistana Rojava bidomîne.
Armanca tirkan ne xwarina tirî ye, girtina rez e; rez, Kurdistana Rojava ye.
XXX
Ayhan Bîlgen sê dewra bû parlamenterê HDP´ê; bû berdevkê
HDP´ê. HDP´ê ew kir serokê belediya Qersê.
A ev Ayhan Bîlgeyê bêwefa, şîrheram nuha ji Tirkiyê ra dibêje
heger kurd li Sûriyê sîlehên xwe daneynin û bibin xwedî desthilat, ”ewê bi tesîreka
domîno li Îraqê balansan serobinî hev bike. Di rewşeke wiha da ewê him Tirkiye,
him jî Îran bibin hedef.”
Xwê di nanê me da tune ye, kî nanê me dixwe kêrê dide sifra
me û radibe.
Meriv hewqasî xayin û şîrhemram nabe! Kurdan hewqas çêyî bi
te kirin, nuha tu wek ajanekî tirk ji dewleta xwe ra dibêjî gerek hûn kurdan li
Sûriyê bêçek bikin, dibê hûn nehêlin kurd li Sûriyê xwedî sîleh û desthilat
bin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar