09 mars 2025

Miletê bêdewlet wek merivê bêmal û çûka bêhêlîn e

Dewleta tirkan heye. Artêşa wan, meclîsa wan, pûlisên wan, dibistan û zanîngehên wan, ala wan heye. Heye û heye, her tiştê wan heye. Li dinyayê konsolosxaneyên Tirkiyê hene. Di xarîteya dinyayê da Tirkiye heye.

Di bêrîka her tirkî da nasnameyeke tirk heye, bi wê nasnameyê, bi wê pasaportê xwe dide naskirin, li dinyayê digere.
Baş e wek kurd yê me çi heye?

Qet tiştekî me jî tune ye. Di nasnameyê da em ne kurd in, em tirk in
Çima tiştekî me tune ye?
Çima di nasnamê û pasportê da em tirk in?

Çimkî dewleteke tirkan heye, ji bo wê jî tirk xwedî nasnameyeke netewî ne. 

Meclîsa wan, pûlisên wan, artêşa wan, ala wan, dibistan û zanîngehên wan hene. 

Ev tiştên min li jor rêz kirin hemû ji ber ku tirk xwedî dewlet e hene.
Yê me kurdan jî meclîsa me, hukûmeta me, artêş û pûlisên me, dibistan û zanîngehên me tune ne çimkî em bêdewlet in.
Di bêrîkên me da ya nasnameya tirk ya jî ya dewleteke biyanî heye.
Kudê hîn jî bibêje dewleta netewî ne baş e, dema wê derbas bûye, ji me ra dewlet, federasyon, otonomî, heta mafên kulturî jî nelazim e ya dîn e, ya jî merivê dijmin e.

XXX

Qadî(hakim)ket salonê, derbasî ciyê xwe bû, dest bi axaftinê kir:
-Berî ku doz dest pê bike dibê ez li vir tiştekî eşkere bibêjim. Xwediyê gilî ji bo ku ez di lehê wî da biryarê bidim 10 kîs zêr da min. Yê gilî lê bûye(sûcdar) jî ji bo ku ez wî berat bikim 12 kîs zêr da min. Ez dixwazim ev doz adil, bêteref bimeşe. Ji bo wê jî ez 2 kîs zêr di huzûra we da îadeyî xwediyê wî dikim.

Ez bawer dikm hûn vê edaletê, vî qadîyî nas dikin.

XXX

Dahşik mezin be jî ker e. Min lawikê xwe şand seferê, min got belkî mêrekî çê jê derê, hat kerê berê.

Dagirkerên welatê me çiqas sal û zeman di ser wan ra derbas dibe jî naguherin, tim dimînin hov, barbar û wahşên berê.

Li Sûriyê qala 9-10 hezar kuştî tê kirin, dibêjin kuçe û kolanên Lazqiyê û hin herêmên din tije cendek in.

Çeteyên HTŞ´ê û artêşa tirk roja bikanibin ewê eynî tiştî bînin serê kurdan jî. Dibê kurd hêza xwe leşkerî xurt bikin. Kurdên destvala nêçîra terorîstên îslamî ne.

Barê seriyê bêaqil nig dikşînin

Bi derziyê neçe ser şûjinê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar