21 mars 2025

Pisika lawikê me jî mir !

Lawikê me Rojen ewê îro bihata ba me. Me wer li hev kiribû. Du hefte ye me Aras nedîtiye, me bîriyê kiriye.
Vêsê telefonî min kir, got bavo îro em nikanin werin. Ez tirsiyam, min got belkî Aras nexweş e. Min got:
-Çima hûn nayên, ma Aras nexweş e?
Bi dengekî pir xemgîn, heznî got:
"Na, Aras ne nexweş e, tiştekî din e.
Min bêtir meraq kir, min got mesele çi ye?
Dîsa bi dengekî xemgîn got:
”Pisik” ! Dema ez hatim ezê bibêjim…

Zêde dirêj nekir. Ez jî bi dû neketim. Lê min texmîn kir tiştek bi pisika wan hatiye.
Min ji xanimê ra qala telefonî wî kir. Min got xanim, Rojen îro nayê, hal mesele wiha ye. Dengê wî qet ne xweş bû, fena ku heznî be. Ji min ra got ”pisik” û nexwest bibêje çi bi pisikê hatiye. Bi texmîna min pisika wan miriye.
Bîstek derbas bû telefonî diya xwe kir, got pisika wan do derengê şevê miriye. Berata wê ji bo şewitandinê îro birine teslîm nexweşxanê kirine. Heqê şewatê 3500 kron dane.
Li Kurdistanê berata, termê kûçik û pisikan hin însan belkî davêjin ser sergo. Li Swêd wek însên gorr dikin.
Pisik ya xanima wî bû, pir jê hez dikirin. Pisikek feqîr bû.
Îro li mala wan şîn e. Xanima wî neçûye kar, di şîna pisikê da ye, herdu jî pir xemgîn in.
Dîya wî jê ra got, lawê min, li ber nekeve, qey ewê rojekê bimre. Pisik 12 salî bû, pisikên me nîvê vî umrî nakin. Bîna xwe fire bike, jiyan wiha ye, emê jî rojekê bimrin.
Li dîya xwe gudarî dikir, lê xemgîniya wî kêm nedibû, digot wek zarokeka mala me bû, pir zor e, filan û bîvan…
12 sal umir ji bo pisikekê wek însanek 90 sal umir bike.
Li Swêd kûçik, pisik wek zarokên malê ne, malbat bi çavê ewladê xwe li kûçik û pisikan dinêrin, gelek kes tu ferqê naxin nabêna wan û zarokên xwe. Yanî hezkirina heywîn hewqasî fetîşîze kirine.
Li Swêd xwedîkirina kûçik û pisikan pir biha ye, kulfeteke mezin e, xwarina wan, lênerîna wan, sîgorta wan û heqê baytar pir buhaye.
Ji ber ku pisikek mezin bû çend caran birin ser baytar, emelîyat kirin, pêşek pere lê dan.
Li Kurdistanê însanên me jî, pisik û kûçikên me jî perîşan in. Em fêrî êşê û mirinê bûne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE