Gava meriv li dîmenên
Newroza Amedê û li ya hin bajarên din, li kincên xelkê, li yên jinan û zarokan, li sembolên derketine
pêş dinêre bi rehetî meriv kane bibêje neteweperwerîya, nasyonalîzma kurdî li
gorî çend sal berê xurttir bûye, bi pêş ketîye.
Nasyonalîzma kurdî di nava kurdan da ji deh sal berê, ji 5-6 berê bêtir bi pêş ketiye. Meriv viya di medyaya sosyal da baş dibîne.
Kurd êdî li nasnameya xwe, li ala xwe, li qehreman û sembolên xwe bêtir xwedî dertên.Pêşketine baş e, feraca xêrê ye, kêfa meriv tîne.
XXX
Çend gotin û şîretên bi
feyde.
-Guh bidin pêşniyara her
kesî, di gudarîkirinê da zirar tune ye. Du aqil ji aqilekî baştir difikire.
Meriv ji şîreta tu carî poşman nabe.
-Meymûnek jî ji ser darê
dikeve. Pisporekî herî baş jî şaşiye dike. Dibê meriv nefikire kesê çewtiyê,
şaşiyê neke hene.
-Jîyan çirayeke, dibê meriv
wê berî bê vêxe.
-Merivê ehmeq jî dibê
mezîyetek wî hebe. Seeta xerabe jî rojê du caran wextê rast nîşan dide.
-Hezkirin û kuxuk tu carî
nayê veşartin.
-Şans hertim ji bi kesê
cesûr, wêrek ra ye.
-Tahma dermanê herî baş di
dev da tahl e. Şîretên baş û rast bi me tahl tên, lê feydeya wan hîn zêde ye.
-Karên kesên din nekin
serêşa xwe.
-Tiştekî ji bo yekî bêfeyde
ye, ji bo yekî din xezîne ye.
-Biserneketin dîya biserketinê
ye, tecrûbe ji mamoste baştir e.
XXX
Azîz Nesîn li ser tirkan
gotiye, ”em miletekî pir ecêb in, tu ji tirkekî ra bibêjî mihî diqehere, lê tu
dibêjî beranê min kêfxweş dibe. Tu dibêjî qey beran ne nêrê mîhîyê ye alimekî
ilimdar e.
Li welatê jimara kesên
baweriyê bi ava bi ser da hatiye xwendin tînin, ji jimara kesên xwende zêde be
ev tişt normal e.”
Mêrik miletê xwe baş nas kiriye û zeka miletê xwe xweş tarîf kiriye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar