Kurd li her derê piştgiriyê didin Ekrem Îmamoglu û bi CHP´ê ra Erdogan û hukûmeta wî protesto dikin.
Bi baweriya min kurdên beşdarî protestoyên CHP´ê dibin şaşiyê dikin. Dibê kurd neçin mitîngên CHP´ê. Îmamoglu û
hevalên wî ji Erdogan ne baştir in.
Du xerab, du cepheyên neyarên kurdan bi hev ketine, ne rast e em piştgiriyê bidin aliyekî. Ew têra xwe hene. Dibê em xwe nekin destiyê kêra CHP´ê.
Ma dema serokên beledîyeyên kurdan hatin girtin CHP beşdarî protestoyên kurdan bû?
Wextekê kurdan li dijî CHP´ê û leşkeran piştgirî dan Erdogan, netîce li ortê ye. CHP neguherî ye, hîn xwedî îdeolojî û zîhnîyeta berê ye. Hîn jî tehamulî tu semboleke kurdan nakin.
Serokê beledîya Anqerê Mansur Yavaş, do li hemberî ala Kurdistanê bêedebîyeke mezin kiriye, henekê xwe bi ala Kurdistanê û flamayên kurdî kiriye, gotiye:
”Do li Rojhilat, li derekê, dema hin al, bi ya min hin potik
li ba dibûn, pûlis şekirê pembû li kesên diçûn mitîngê belav dikir, dibê li vir
jî eynî miameleyê bike.”
Kesê qîmeta ala xwe, sembolên xwe bizanibe tinazê xwe bi al û sembolên miletên din nakê. Tirk li hemberî kurdan bêperwa û bêhurmet in, lema çi tê devê wan dibêjin.
Meriv naçe alîkariya kesên wiha...
Lê ev heqareta Mansur Yavaş ne tişteke, li Bursayê êrîşî kurdan kirn, xwestin
wan lînc bikin.
Kurd destegê didin wan, beşdarî mitîngên wan dibin, ew qebûl nakin kurdan alên
xwe, filamayên xwe, sembolên xwe hildin. Dixwazin kurd jî wek wan ala Tirkiyê
li ba bikin. Meriv piştgiriyê nade kesên nasnameya meriv, ala meriv qebûl neke.
XXX
Heger musîbetek, belayek were serê we nekin sûcê kesî, ji we
da ye, hûn bûne sebebê wê musîbetê. We hesabê xwe şaş kiriye.
Dibê tirk şaşiya xwe, qebheta xwe qebûl bikin, wan Erdogan
anî ser hukim.
Nuha jî dest bi gazinan kirine, ji ber gax û jopên pûlisên
Erdogan qajewaja wan e.
Erdogan hetanî sax be kursiya xwe nade kesî. Dibê hûn viya
baş bizanibin. Ev deh sal e ez viya dibêjim.
Çara, dibê hûn bi çepilên wî bigrin û ji ser kursîya wî kaş bikin, di kûlikê û gerekê vegevizînin…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar