Gotinên pêşiyan kin in lê mişt tecrûbe û serpêhatiyên salan e. Tiştê di gotinekê da hatiye gotin wek xulaseya lêkolîneke sosyolojîk e.
Carnan gotineke pêşiyan ji meriv ra dibe wek şîreteke
giranbiha û pûsûleyeke jiyanê.
Dijminên bav û kalan tu carî nabin dost û hevalên lawan.
Rîh dibe bihost, dijmin nabe dost.
Şerê dê û dotê dibê meriv xwe nexîne ortê.
Ne dixum sawarê, ne diçim hawarê.
Ne li goristanê radikevim, ne xewnê xerab dibînim.
XXX
Li Kurdistana Bakur miletê kurd hêdî hêdî ji tesîra
anestezîya salan xelas dibe.
Di pîrozbahiyên Newroza îsal da bi hildana alên Kurdistanê,
bi axaftinên hatin kirin, meriv şiyarbûna miletê kurd, xelasîya ji tevizîna, ji
tesîra anestezîya salan xweş dibîne.
XXX
Serokê belediya Stenbolê Ekrem Îmamoglu û serokên
beledîyeyên Şîşlî û Beylîkduzuyê tewqîf kirin û ji serokatiyê xistin. Ewê
qeyûman tayinî dewsa wan bikin.
Erdogan vê carê jî pir cesûr hereket dike, jixwe merivekî
cesîr e, ji talûke û rîzîkoyên muhtemel natirse.
Heger muxalifên Erdogan, serok û giregirên CHP´ê ji Erdogan
cesûrtir, ji wî wêrektir hereket nekin ewê pûş bikutin, Erdoganê dîsa zafera
xwe îlan bike.
CHP bi tirsonekîyê nikane zora Erdogan bibe, dibê jê cesûrtir be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar