24 mars 2025

Talîya Erdogan baş xuya nake

Serokê Tirkiyê Erdogan heta nuha geh bi dîn û îslamîyetê, geh bi demagojiyên pantirkîzmê, geh bi hîle û sexteakriyê, carnan jî bi darê zorê rewş baş îdare kir, milet xweş xepand.

Lê çira virekan heta sibê vêketî namîna, rojek tê derew, tirsandin êdî pere nake. Belkî Erdogan hatiye dawiyê rê. Talîya wî baş xuya nake.

Tu rejîma dîktatorî ne ebedî ye, rojek tê milet pihînekê li kursiya meriv dixîne, meriv serserî teloqanî jêr dike.

Kî zane belkî qedera Erdogan jî bibe wek ya Şahê Îranê Reza Pehlewî û Beşar Esed. Nebêjin nabe, dibe.

Ma kê bawer dikir Seddam Husênê bi wîrengî bijeta û hakimekî kurd biryara îdama wî bida?
Yanî surprîzên dinyayê pir in.
Lê ev hîn ne diyar e. Erdogan merivekî cesûr e, heta nuxta dawiyê ewê li ber xwe bide û gelkî jî bi pêş da here, gavê bi paş da navêje.

 Çi anî serê şêxê xwe Fetulah Gulen heger bikanibe ewê bîne serê Ekrem Îmamoglu û CHP´ê jî. Bikanibe ewê xerabtir jî bike.

Çimkî hêza kane wî bizîne, kursîya wî jê bistîne CHP ye. Ji bo wê jî heta jê were ewê bixwaze CHP´ê basko bike û Îmamoglu jî ceza bike.
Piştî van bûyeran Îmamoglu were berdan û li hemberî Erdogan têkeve hilbijartinê ewê qezenc bike.

Ji nuha û pê da şansê Erdogan li hemberî Ekrem Îmamoglu êdî nemaye. Lema Erdogan ewê nehêle Îmamoglu bibe raqibê wî. Jixwe ji bo ku nebe raqibê wî ev dek û dolab gerand.

Ji bo serketinê dibê serok û kadirên CHP´ê ji Erdogan cesûrtir bin, gavê bi paş da navêjin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE