Li hemberî Erdogan piştgiriya Ekrem Îmamoglu, li hemberî
AKP´ê hevalbendiya CHP´ê şaşiyeke mezin e.
Kîtleya CHP´ê, hêzên kemalîst jî bi
qasî îslamîstan neyarên miletê kurd in.
Şerê wan dişibe şerê dê û dotê, çiqasî bi hev kevin jî yên hev in. Dibê kurd nekevin nabênê. Ji bo me kurdan tu sebeb tune ye bibin piştgirê CHP´ê û Îmamoglu.
Dibê kurd xwe nekin destiyê kêrê. Ne rast e kurd bibin hevalê Mansur Yavaş, Muharem Înce û Ekrem Îmamoglu. Ji bo me ewê ji Erdogan ne baştir bin.Dê û dotê şer kir, kêmaqilan jê bawer kir.
Gelek pêşengên CHP´ê ji Erdogan bêtir neyarên miletê kurd
in, di axaftinên xwe da jî vê neyartiya xwe venaşêrin.
XXX
Merivê bêdewlet dişibe keştiya bêrota. Piraniya kurdan
bêpûsûle ne.
Gelek kurd pir rehet dibin heval û heyranên xelkê, dibin piştgirê,
hefadê neyarên qewmê xwe jî, ji wan ra li çepikan dixin, li defa wan dixin.
Meriv li hemberî dijminekî şerê dijminekî din nake, şerê wan
gurr dike, lê temaşe dike.
XXX
Mêrik û xanima xwe li hev nedikirin. Nabêna wan tim xirecir
û teşxele bû. Hevalên wî rojekê sebebê vê lihevnekirinê jê pirsîn, gotin mesele
çi ye?
Got:
-Ez di heqê gelşên xwe yên şexsî da napeyivim.
Piştî demekê ew pîreka xwe ji hev qetiyan, dîsa jê pirsîn,
gotin:
-Sebeb çi bû?
Got:
-Ez di heqê gelşên xelkê yên şexsî da napeyivim.
Meriv bi devê xwe bikanibe, sirên xwe ned eder di heqê xelkê da paşgotiniya neke baştir e, serê meriv ewê vehesîyayî be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar