Recep Tayyip Erdogan dewlet kiriye wek dikana xwe, dilê wî çawa bixwaze dikana xwe wer îdare dike. Carnan dikana xwe digre, carnan vedike.
Li Tirkiyê xwediyê dewletê, yê dewletê, hukûmetê, her tiştî sewq û îdare dike tenê Erdogan e.
Mahkime, esker, pûlis, her tiştî ew dimeşîne, li gorî emir û dîrektîfên wî dixebitin.
Xwediyê Tirkiyê û dewletê tenê şexsek e, ew jî Recep Tayyip Erdogan e. Vîya jî her kes zane.Kî xwediyê çi meqamî, çi rutbeyê ye tenê nav e, bêyî Erdogan her birêvebirê dewletê, wezîr, hakim, dozger, pûlis hemû sifir in, bi qasî gavanê li ber golikan jî gotna wan pere nake, hukmê wan tune ye.
Îro li Tirkiyê çi dibe giş Erdogan dike, Erdogan îdare dike, Erdogan dide kirin, ji bo ku li ser hukim bimîne.
Berpirsiyar hemû qûqlayên benê wan di destê Erdogan da ye. Ew çawa bixwaze, qûqlayên xwe wer îdare dike.
Bi rehetî, bi hilbijartina kes nikane îdareya Titkiyê ji Erdogan bistîne, heta Erdogan sax be ewê li ser hukim e; ev, plan û hedefa wî ye.
Ji bo ku Erdogan ji ser hukim were xistin tenê riyeke li ber mixaleta wî heye, ew jî zor e, darê zorê ye.
Tirkê biwêribin rahîjin ço, darê zorê ya na ez nizanim.
Tirkan hetanî
nuha tu carî mêraniyeke wiha nîşan nedane, lê belkî mucîzeyekê bikin, ew jî mimkûn e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar