Min berê jî qail kir, di gerr û seyaheta xwe ya Kurdistanê
da min her roj bi kinî qala gerr û serpêhatiyên xwe kir û di Facebookê û
Twîtterê da roj bi roj belav kir.
Ji ber ku nivîsên rojane, rojnivîsk in di Facebookê û Twîtterê da xwendina wan dûrra zor e, dibê meriv roj
bi roj lê bigere. Ew jî hinekî zor e, jê ra wext lazim e.
Ji bo ku meriv bikanibe rojnivîskan gişan li ser hev bixwîne, min hemû, ji 18´ê
nîsanê, roja em bi rê ketin, hetanî 27´ê gulanê, roja em vegeriyan Swêd, giş kirin
yek dosye, yek nivîs.
Di parvekirinên xwe yên di Facebookê û Twîtterê da min rojnivîsk û serpêhatiyên xwe nenivîsîne, hin jî kin nivîsîne. Di vir da ew jî bi temamî hene.
Li alî din rojnivîsk bi vî hawî ji wendabûnê jî xelas dibin, di Facebookê û Twîtterê da kanin wenda bibin, di bloga min da ciyê wan saxlemtir e. Min wek dosye li ba xwe jî qeyd kir, ez kanim li dereke din jî biweşînim.
Min gelkî dixwest bi rojnivîskan ra fotografên wan jî belav bikim, çimkî her nivîsek fotoyê wê jî heye. Di Facebookê û Twîtterê da min gelek fotograf parve kirin, lê di vê nivîsê da ez nikanim wan fotografan biweşînim. Karekî wiha pir zor e, ez ji heq dernayêm. Lema ez rojnivîskan bêyî foto belav dikim.
Bi rojnivîskan ra fotograf jî hebûna helbet baştir bû, lê ez ji heq derneketim.
Hêvî dikim dîsa jî bi dilê we be.
XXX
18-04-2024
Piştî hesreta 10 salan gihîştim welatê xwe.
Nuha li Amedê, di nav miletê xwe da me. Pir kêfxweş û
bextewar im. Hinekî bi tirs bûm, min baş nizanîbû tiştek li ser min heye ya na.
Lê min xwe ji her tiştî ra amade kiribû.
Yên bixwazin kanin li WhatsAppê xwe bigihînin min.
XXX
19-04-2024
Şeva çûnî ji kêfa, ji xeyalên di serê min da xewa min nehat.
Bêxew im. Li welatê xwe meriv pir dilaşad e. Fena meriv li ba diya xwe be. Ne
welatê xelkê dibe welatê meriv, jî diya xelkê dibe diya meriv.
XXX
20-04-2024
Do min rojeke pir xweş derbas kir. Çùm Botan Timesê min
gelek keç û xortên hêja dìtin. Bi dìtina wan pir dilşad bùm.
Numra telefona min a vir: 05011491281
ya jì WhatsApp hûn kanin telefonî min bikin.
XXX
21-04-2024
Li maça Amedsporê me. Sipas ji bo camêriya Resûl
Bafeyî. Camêr mêrekî di ser pozê xwe ra ye. bilêta maçê ji min ra şand.
Lê çi heyf me, Amedspora me 2-0 têk çû. ez pir qeherîm. Pir xeran lîstin. Ji
qahra min got, heger min bilîsta minê ji wan xweştir bilîsta.
XXX
22-04-2024
Xwedê kir hevalên wek Heyder Diljen û Sabîha xanimê hene. Ne
hûnbûna me îro hewqas derên xweş nedidît.
Sipas ji bo mazûbaniya we.
XXX
23-04-2024
Do li Ameda rengîn rastî dostê xwe hêja Selîm Temo hatim.
Surprîzeke pir xweş bû. Em kirin mîvan. Me sohbetek xweş kir. Bi vê surprîzê
pir kêfxeş bûm.
Bi xêr dema vegeriyam ezê qala van surprîzên xweş bikim.
XXX
23-04-2024
Bi du dost û hevalên ezîz, Malmîsanij û Mîkaîl Bulbul ra li
Ameda xopan me sohbet, şêwir û mişêwrek pir xweş kir. Em têr keniyan
XXX
24-04-2024
Pirtukakurdî û Pall Weşanê bi navê "Temenek li pey
nivîsa kurdî" îlana civîna min dane. Avîşekî xweş çêkirine.
Sipas ji bo Weşanxana Pall'ê û Weşanxana Dara.
Mala wan ava be.
Zinarê Xamo piştî 44 salên li pey nivîsa kurdî û bi dehan
salên li sirgûniyê, cara ewil li welatê xwe, li Bakur bi xwendevanên xwe re tê
cem hev. Em we hêjayan vedixwînin vê gotûbêj-îmzeya li ser serpêhatiya temenekî
li pey nivîsa kurdî.
27.04.2024 / Şemî
16.00 - 18.00
Pirtûkakurdî / Diyarbekir
XXX
24-04-204
Şeva çûnî em mîvanên malbata dozmama xwe Şaîbeyê bûn. Me bi
hev ra şevbêrkek xweş, mişt bîranîn derbas kir.
Gelek sipas ji bo wê mazûbaniya ji dil.
Me li aşxaneya wan hevdu dît. em hetanî derengê şevê rûniştin.
Navê cî Babel Teras e, ciyekî muhteşem e.
XXX
25-04-2024
Do êvarî em mîvanê Mîkaîl Bulbul xoce bûn, me şevbêrkek xweş
derbas kir. Gelek sipas ji bo wê mazûbaniya ji bo me bû bîranînek nayê
jibîrkirin.
XXX
25-4-2024
Hatim Wêranşara xopan.
Min bîriya wê kiribû.
XXX
26-04-2024
Li Wêranşarê bi çend xort û hemşeriyên min ên ezîz ra rûniştime
sohbet dikim.
Gelek sipas ji bo wê qedişînasiya wan a ez pir dilşa kirim.
XXX
27-04-2024
Li Amedê gotubêja bi min ra pir baş derbas bû. Gelek keç û
xort hatibûn. Lê yek ferd jî ji hêzên, partiyên siyasî nehatibû. Dost û hevalên
min ên siyasî jî kes nehatibû.
Sipas ji bo keç û xortên hatin li min guhdarì kirin.
Ji bo min hezkirina we têrê dike..
XXX
28-04-2024
Gelek sipas ji keç û xortên do hatin li min gudarî kirin. Bi
hatina wa pir dlşa bûm.
Yek dost hevalê minê siyasî, yek berpirsiyar û kadirekî partiyan
nehatibûn. Texmîna min rast derket.
Lê keç xort hatibûn, hezkirina wan besî min e.
XXX
28-04-2024
Çûm mala xaltiya xwe Meyrê. Me bi hev ra fotoyekî malbatî
girt. Birayên min Fûat û Mihemed Berzan jî bi me ra bûn. Gelek kes hatin dîtina
min.
XXX
28-04-2024
Li Ameda rengîn, li qahwexana Kastal. Kastal di nava Sûrê da
ye, mekanekî pir xweş e.
XXX
28-04-2024
Îro mîvanê PCS(Platforma Ciwanên Serbixwe) bûm. Camêran em
ezimandin şîvê.
Bi nasîna wan pir kêfxweş bûm. Bi hêviya keç û xortên wiha
zêde bibin.
XXX
29-04-2024
Îsal ne Amedspor tenê, tîma Wêranşarê, Batmanê û Wanê jî
bûne şampîyan. Nigê min ji taximên Kurdistanê ra bi xêr hat.
Şalê jimara tîmên me yên bibin şampiyon zêde bibin
Ez ji gişan hez dikim, giş yên me ne, ji taximên welatê xwe
hez bikin.
Ez zanim Wan hîn nebûye şampîyon, lê înşela ewê bibe.
XXX
29-04-2024
Do êvarê ez û xanim berê çûn navenda PCSê (Platforma Ciwanên
Serbixwe), dûra camêran em birin aşxaneyeke xweşik. Me bi hev ra civateka xweş
danî.
Gelek sipas ji bo wê mîvanperweriya we ji dil ú can.
Bi nasîna we, bi sohbeta we pir kêfxweş bûm.
Hêvî dikim yên wek we zêde bibin.
XXX
29-04-2024
Do me riya xwe bi Mizgefta Mezin(Ulu Camiyê)xist, di hewşa
wê da em hinekî gerîyan. Tije turîstên tirk bûn. Min çend risim girtin lê xweş
derneketine.
Lê ez çûm, min tewaf kir.
Me li aşxana Mêrdînê ya li hinda Minara Çarnig navroja xwe xwar.
Me kebab xwar. Porsiyon 250 lîreyê tirk bû. Bi rê da me çend nas û dost dîtin.
Surprîzên xweş bûn .
XXX
30-04-2024
Şeva çûnî ez û xanima xwe mîvanên Sabîha xanimê û Heyder
Diljen bûn. Me li şaneşîna wan şevbêrkek xweş, tam li gorî dilê xwe derbas kir.
Ji kêfa me ji bîr kir rismekî bigrin.
Sipas ji bo wê mazûbaniya xweş û ji dil.
XXX
30-04-2024
Îro em mîvanên Weqfa Mezopotamyayê bûn. Mamoste Mîkaîl Bulbul û keç û xortên din qedrekî pir mezin dan me. Me sohbeteke germ û xweş kir. Hebûna dezgehên wisa û keç û xortên wisa min pir dilşa dike. Kurdperwerî ji wan difûriya. Sohbeta bi kesên wiha ra bîna min fire dike.
Sipas ji bo mamoste Mikaîl Bulbul.
XXX
30-04-2024
Xortê hêja Yusuf Aydin em dawetî konsera Tara Mamedova kirin. Ji bo vê qedirşînasiya
wî ez çiqasî sipasî wî bikim hindik e.
Em pir dilşa kirin. Mala xortê hêja ava be.
Şeveke pir xweş bû. Di salonê da belkî hezar kes hebûn.
Xort ji Farqînê ye û li zanîngehekê dixwîne. Kilaman jî
dibêje. Di şevê da kilama Were bêmal got. Pir xweş got. Salon rabû ser niga.
Di dema teqdîmê da got Zinarê Xamo jî di nava me da ye. Bi
ya min ne hewce bû, ez ne li bende tiştekî wiha bûm. Waliyê Hewlêrê û heyeta wî
li wir bûn, dibê navê walî bigota. Ji ber hezkirina xwe navê min got.
Gelek sipas Yusufê hêja.
Di şevê da rastî gelek nas û dostan hatim, gelek kesên min
ew nas nedikirin bi me ra risim girtin.
XXX
01-05-2024
Anonsa gotûbêja min a li Mêrdînê belav kirine. Gotûbêj di 4ê
mehê da ye. Gotûbêj ewê li Şaneşînê bibe. Kenanê Nado Moderator e. Ezê kitêbên
xwe îmze bikim.
Keç û xortên mêrdînî, qoserî kerem bikin di 4è mehê da em
hevdu bibînin.
Înan Eroglu di îlanê da pesnê min daye.
Ev pesnê Înan ji bo min serbilindîye. Gelek sipas ji bo vê
wefadariya wî.
Heger hûn werin helbet ezê serbilind bibim.
Bi hêviya sohbetek xweş.
XXX
01-05-2024
Îro danê nîvro çûm Studyoya Rûdawê. Maşela Deqaq bi min ra
hevpeyvînek kir.
Li studyoya Rûdawê bi çend xortên hêja ra me çend risim girtin.
XXX
02-05-2024
Ji Radyoya Dengê Amerîkayê Hatîce Kamer xanimê bi min ra
hevpeyvînek kir. Çend pirs jî ji Hêviyê kir. Em li nav sûriyê gerîyan, çûn dêra
êrmeniyan, çûn Qesra Cemîl Paşa. Xetîce xanim rojnamevaneka jîr û jêhatî ye.
Fermo li hevpeyvînê guhdarî bikin.
XXX
02-05-2024
Do êvarî em, ez û xanima xw, Înan Eroglu, Mîkaîl Bulbul û
xanima xwe mîvanên Lokman Ayabeyê hêja bûn.
Xanima wî ji me ra sifreyek muhteşem raxist, min tiliyên xwe
pê ra xwar.
Me bi hev ra şevbêrkek pir xweş derbas kir, sipas ji bo wê
mazûbaniya ji dil û can.
Me çend risim girtin lê risim hîn negihîştine destê min.
Dema havalan şandin ezê we ji wan mehrûm nehêlim.
XXX
02-05-2024
Em îro çûn ser gorra hevalê xwe yê ezîz Selîm(Yilmaz) Baxçe.
Bi rê da, li Çarşiya Şewitî em rastî Nîmet Mumtaz Aydin, birayê Rojîvan Yeşîl û
hin merivê wî hatin. Surprîzeke pir xweş bû.
Me bi hev ra çend risim jî girt..
Me îro Reşît Karakaya jî dît. Em çûn Suluklu Xanê. Me
sohbetek xweş kir. Reşît Stockholm terk kir, nuha li Amedê dimîne. Got di
nabêna Konyayê û Amedê da dihere û tê.
XXX
03-05-2024
Li Ameda rengîn ji ger û seyranên me yên do çend wêne. Em li
aşxaneya GABO ne. Gabo aşxaneyeke vejeteryan e, bi nav û deng e. Xwarinên
vejeteryan çêdike. Xwediyê wê xortekî colemêrgî ye. Li ser daxwaza biraziyê min
Jêhat em îşev çûn wir.
XXX
03-05-2024
Bîstek din em rêwiyên Mêrdína şîrîn in. Emê du-sê rojan bibin
mîvanê Mêrdîna bi nav û deng. Emê bibin mîvanê Wahdet Acar xanimê. Wahdetê got
mala min misaid e. Ewê rêberiya me jî bike. Wahdet, keçeke hêja ye, ez pir jê
hez dikim.
Di 4ê mehê da li Şaneşînê sohbetek min heye. Mamostê hêja
Kenanê Nado ewê sohbetê îdare bike. Kerem bikin, hûn jî bibin şirîkê sohbeta
me.
XXX
03-05-2024
Wahdet Uçar xanimê em li Mêrdîna kevn baş gerandin. Em rastî
gelek atolyeyê kurdan hatin, me gelek resam, sinetkar dîtin. Gişan ez nas
dikirim, bi min ra risim girtin.
Xortekî resam ez nas kirim, tablaya tajîyekî diyarî min kir.
Mixabin min navê wî ji bîr kir. Me bi hev ra risim girt.
Ava mala Wahdetê qut bû, em çûn mala Evdirehman Dalar. Bi şev em li wir
raketin. Ew û xanima xwe însanên pir hurmetkar bûn, gelkî qedrê me girtin.
XXX
04-05-2024
Çend foto ji sohbeta me ya îro.
Sohbeta me pir baş bû. Gelek kes hatibûn. Salon tije bû.
Piraniya wan ez nas dikirim. Hevalên PWKê ji Qoserê hatin, Bedran Acar baqek
gul da min.
Kenanê Nado sohbet baş îdare kir, lê dema nameya min ji hefsa Hamburgê ji Hêviyê ra şandibû xwend, kelogirî bû, name neqedan. Dilê min jî xera bû.
XXX
05-05-2024
Min ji Mêrdînê pir hez kir. Mêrdîn bûye bajarê turîstan, bûye Parîs, Florens,
Barselona. Bajarekî dibê meriv bibîne û têr lê bigere. Ji turîstan meriv nikane
gava xwe bavêje. Piraniya wan jî tirk in. Wahdet xanim me baş digerîne.
Îro li Mêrdînê ez û xanima min, mamoste Kenanê Nado û xortê
hêja Înan Eroglu em çûn dikana, mekanê Mizgîn Xan Meşkînî û Berçem Ertaş
xiniman. Herdu xanim xeftanekî heftreng diyarî Hêviyê kirin. Xeftanê hazir
mezin bû, ewê jê ra yekî nuh bidrûn.
Me çiqas got na, em qebûl nakin pere nekir. Rasthatina însanên wiha ji min
serbilindî û îftîxareke mezin e.
Gelek sipas ji bo wê mîvanperwerî û qedirşînasiya ez pê
dilşa û serbilind bûm.
Bira yekê we bi hezar be!
XXX
06-05-2024
Li Wanê ji bo sê nivîskarên tirk civînek sohbetê çêkirine.
Hin kurd hîn jî qedir û qîmeta didin tirkan nadin nivîskar û
sinetkarên kurd.
Psîkolojiya bindestiyê em kirine rebenok.
Ji yên xwe, ji zimanê xwe, ji edebîyata xwe hez bikin, qedir
bidin wan.
Serê tirkan zêde mezin nekin.
XXX
06-05-2024
Ev cara duduya ye rastî şufêrê texsiyê bi kurdî nizane têm.
Ez pê ra bi kurmancî peyivîm, got ez kurdî nizanim, ez ”yerliyê” Diyarbekrê me.
Yanî diyarbekrî ye. ”Yerliyê” Diyarberk çi milet e ez nizanim. Bi îhtîmaleke
mezin mahcirên dewletê li Amedê bi cî kirine.
Careke din ezê şufêrê bi kurdî zane bixwazim. Naxwazim perê
xwe bidim kesê kurdînezan.
XXX
06-05-2024
Do êvarî me terka Mêrdîna şîrîn kir, nuha em li Amedê ne.
Mêrdîn bajarekî muhteşm e, xwezî li bajarê kevn xaniyekî min hebûya.
Di 10ê mehê da em rêwiyên Wanê ne. Heta 10ê mehê emê li
Ameda rengîn bigerin, hin nas û dostan bibînin.
XXX
06-05-2024
Di 11ê mehê da ezê li Wana renîn kitêbên xwe îmze bikim. Afîşê sohbetê îro
belav kirine.
Civînê Chalak Evens, Kesk û Pall çê dike. Moderator Kena Soylemez e.
Kerem bikin em bi hev ra sohbetek xweş bikin.
XXX
07-05-2024
Ji do êvarî da ye li Amedê ximîna baranê ye. Em di hundur da
hefs bûne. Hewa jî sar e, em diqefilin. Dibê ez ji xwe ra qazakî bikirim.
XXX
07-05-2024
Îro li Amedê me navroja xwe li aşxana Agabey xwar. Me nanê goşt û pîde xwar.
Camêran çen şikil zelete li ser masa me rêz kirin. Ne mimkûn e meriv kanine
biqedîne. Îsrafek mezin e.
Karkir bi hev ra tirkî dipeyivin.
Min hoste ra got ma karkerên we tirk in, çima hûn bi hev ra
tirkî dipeyivin?
Camêr destê xwe li çonga xwe xist, got em asîmîle bûne.
Keçika dengê min çûyê, keniya...
Fena xanim bibêje tu qala çi dikî, war ew war e, lê bihar ne
ew bihar e.
Meriv bi wan ra kurdî bipeyive hema hema giş kurdî zanin, lê
bi hev ra kurdî napeyivin. Hinek carnan dibêjin "ez zaza" me, lê
piranî bi zazakî jî nizanin.
XXX
08-05-2024
Lawikê me Rojen çend rismên neviyê me Oliver Aras ji me ra şandiye.
Arasê me bûye 4 mehî. Pir şîrîn e, me bîriya wî kiriye.
XXX
08-05-2024
Bîstek din ez û xanim emê berê xwe bidin kuçe û kolanên
Amedê. Heta seet 18.00 wexta me heye. Ya emê wenda bibin, ya jî emê sax silamet
vegerin malika xwe.
De em û şansê xwe, hela em binêrin çi dibe qismet û nesîbê
me. Surprîzên jiyanê pir in.
Êvarî em mîvanên Ezîz Karakaş û Rehîme Kesîcî Karakaş xanimê
ne. Rehîme xanim qedir û qîmeteke ez ne li hêviyê bûm dide me.
XXX
09-05-2024
Em li mala dostê minê hêja Ezîz Karakaş û Rehîme Kesîcî
Karakaş xanimê ne. Em do neçûn mal, li vir man. Me bi hev ra şevbêrkek
nayêjibîrkirin derbas kir. Vîlake wan a pir xweşik heye, du qat e, wek qesrekê
ye. Bexçê hewşê jî muhteşem e, tije darên fêkî ne. Meriv dixwaze lê bigire, lê
rûne.
Her odeyek xênî pir mikemel hatiye raxistin. Belkî 8-9 ode ne. Paqijkirina
hewqas ode pir zor e.
Bexçeyê sîteyê jî pir xweş e, meriv kane bi seetan lê bigere, antraman bike.
Gelek sipas ji bo wê mîvanperweriya ji dil û can.
Me bi hev ra çend risim girtin.
XXX
09-05-2024
Piştî xurîniyê, ez û Hêvî û Rehîme xanim bîstekê li bexçê
sîteyê gerîyan. Yên li vir dijîn kêf dikin.
Çend risim ji bexçê sîteya mala dostên min ên hêja Ezîz û
Rehîme Kesîcî Karakaş xanimê.
XXX
09-95-2024
Ezîz Karakaş em bi eraba xwe birin mala Faîk Min jê ra herdu kitêbên xwe îmze
kirin.
Ji bo ku meriv li Amedê bigere, dost û hevalan bibîne ya
dibê ereba meriv hebe û meriv şarezayê riyan be, ya jî gerek mazûbanê meriv
betal be.
Ya me herdu jî tune. Lema em nikanin herin her derê û her hevalî, dostî
bibînin.
Yên me nedîtin bira li qusûra me nenêrin.
Tiştê ji me tê em dikin.
XXX
10-05-2024
Em bi otoboza Wangolu diçin Wana şîrîn. Emê 3-4 rojan lê
bimînin. Hêvî dikim em bi silametî herin û vegerin. Sibe civîna min e.
Berî otoboz bi rêkeve tiştekî ecêb qewimî. Pûlisek di otobozê da hat di ser min
ra sekinî, nasnama xwe ya pûlisyê nîşanî min da, got ka pasaporta xwe !
Ez matmayî mam, min di dilê xwe da got, ez hatim girtin. Min nexwest pê ra
têkevim minaqeşê, min pasaporta xwe dayê. Lê nêrî, got:
-Tu ji Swêd tê?
Min got erê.
Got tu 18ê mehê hatiye Tirkiyê?
Min got erê.
Rismê Hêvîyê nîşanî min da, got:
-Ev kî ye?
Min got xanima min e.
Got:
-Ya li kêleka te kî ye?
Min got, xanima min e.
Dûra got tu diherî Wanê çi?
Min got, diherim gerê.
Di kompîtora di destê xwe da pasaporta min kontrol kir, dûra da min û got oxir
be…
Bîna min hat ber min, min sebebê kontrolê jê nepirsî.
XXX
10-05-2024
Em gihîştin Wana şîrîn. Em neçûn otogarê, em li dereke din
daketin. Min got belkî pûlis min taqîb dikin. Min nexwest kesên tên pêrgî me
nas bikin û bizanibin em diçin ku.
Çar kes, Kenan Soylemez, ji KESKê Lokman Babat û ji Chlak
Eventsê jî xortekî bi navê Rêzan Diljen hatin em ji otêla me, Avalon Altesê birin.
Min ji wan ra qala taqîba pûlis kir.
Me bi çend hezkriyên kurdî, dost û xoşewîstên Chalak Eventsê û Egîtîm Senê ra
sohbet û şevbêrkek pir xweş derbas kir. Fotoyek ji wê sohbeta xweş.
XXX
11-05-2024
Siba we bi xêr. Amed germ û sincirî bû, Wana şîrîn îro ewr û
sar e, 13 derece germ e.
Lê ne xema waniyan e, ji wan ra wek çelê havînê ye. Em jî
nîv swêdî ne, ji wan ne kêmtir in.
Xurîniya hotêlê ne xerab e. Karkir giş bi kurdî zanin. Em bi wan ra kurdî
dipeyivin. Ji bo wê pir qedrê me digrin, pir hurmetkar hereket dikin.
Ji aşxana hotêla me çiyayê Erekê xuya dike. Heybeta wî,
belekiyên berfê meriv heyran dihêle, meriv ji temaşeyê têr nabe.
Seet di 18.00a da civîna min e. Kenan Soylemez moderator e.
XXX
11-05-2024
Dostên min ên hêja, Rêzan Diljen, Lokman Babat û Kenan
Soylemez îro em li Wanê û li Gewaşê baş gerandin. Me derên muhteşem dîtin, xweşikiya
siruşta Wanê û çiyayên wê yên bi heybet em mest kirin. Me gelek foto girtin,
nuha ne mimkûn e gişan parve bikim.
Em sipasdarén hevalan in.
XXX
11-05-2024
Gelek sipas ji bo keç û xortên wanî îro beşdarî sohbeta min
bûn û li min guhdarî kirin.
Sipas ji Dostê minê ezîz Kenan Soylemez, Egîtîm Senê û Chalak Eventsê ra. Me bi
hev ra rojek pir xweş derbas kir. Gelek kes hatibûn, salon tije bû.
Hezkirina min li Wanê dît ji bo min bîranîneke ezê tu carî ji bîr nekim.
Hevalên PWKê hatin. Husametîn Acar li ser navê PWKê baqek gul da min.
Piştî sohbetê em 15-20 kes çûn qahwexaneyekê. Xortan dixwstin bi min rar û bi
rû sohbet bikin. Xanimek ewrûpî hat hundur, ji Ramazan Kay ara got, ma tu ne Ramazan Kaya yî?
Ramazan got erê ez Ramazan im, hevdu nas kirin. Bi hev ra tirkî peyivîn.
Tirkiya wê mikemel bû, meriv nizanîbû ne tirk e. Min got rûne, rûnişt, min pê
ra dest bi sohbetê kir. Got ew alman e, lê nuha li Hollandayê dijî. Li
Unîversîta Utrecht prpfesora cîgir e, Doktor e. Antropolog e.
Min got ma tu bi kurdî jî zanî, bi rengekî mutewazî got piçekî. Me axaftina xwe
ji tirkî quliband kurdî. Kurmancîya wê jî hema hema bi qasî tirkiya wê baş bû.
Me sohbeta xwe bi kurmancî domand. Ramazan Kaya nizanîbû bi kurmancî zane, tim
bi tirkî pê ra peyivî bû. Ez matmayî mam. Xêra min fêr bû xanim kurmancî jî
zane û him jî pir baş zane.
Me telefonên xwe, e-mailên xwe dan hev.
Min xwest bizanim çawa, çima tirkî fêr bûye, got çîrokek dirêj e, negot. Jixwe
cî jî ne misaid bû, qelebalix bû.
Marlena Schäfers
XXX
12-05-2024
Kekê me yê ezîz Ziya Avcî û Husamedîn Acar hatin em ji
hotêlê birin.
Husametîn em bîstekê gerandin. Em çûn li parqekê rûniştin. Ji wir jî em çûn
aşxaneyekê, me kebab û keledoş xwar.
Cara pêşî ye keledoşê tahm dikim. Hesab kekê Zîya da.
Aşxaneyeke pir mezin bû, cî tunebû. Diyar e pere heye, însan
kanin herin aşxanê. Li aşxaneyan xwarin biha ye.
XXX
12-05-2024
Hin kesan em çavînokî kirin.
Çav bi xanimê ariya. Dostê min ê hêja Xalid Sadînî ban Dr.
Engîn Yilmaz kir. Camêr hat otêlê. Li Swêd tiştekî wiha ne mimkûn e. Meriv li
welatê xwe be tiştên wiha bi saya dost û hevalan mimkûn e.Şev nîvêşevê Dr. tê
hotêlê.
Gelek sipas ji bo hêja Dr. Engîn Yilmaz û birayê minê ezîz
Xalid Sadînî.
XXX
12-05-2024
Hin kesan em çavînokî kirin.
Çav bi xanimê ariya ye. Dostê min ê hêja Xalid Sadînî ban
Dr. Engîn Yilmaz kir. Camêr şev nîvê şevê hat hotêlê.
Li Swêd tiştekî wiha ne mimkûn e. Meriv li welatê xwe be
tiştên wiha bi saya dost û hevalan mimkûn e. Şev nîvêşevê, seet 22.00 Dr. tê
hotêlê û çavê meriv miayene dike.
Gelek sipas ji bo hêja Dr. Engîn Yilmaz û birayê minê ezîz
Xalid Sadînî ra.
Emê biçûyana Dîwanxana Simaîlê Seyranê dengbêj, lê ji ber
nexweşiya xanimê em neçûn, ma sibe.
XXX
13-05-2024
Îro li Wanê ji siûda me ya xerab ra bû şilî, şepelî, ezman
qelişî, baranek pir barî.Carnan roj derket,dû ra dîsa bû baran.
Nuha 8 derece di ser sifirê ra ye. Baş e em bi tedbîr
hatine.
Mazûbanê me camêr Xalid Sadînî me baş digerîne. Dibê meriv
temûz û tebaxê were vir. Nuha sar e.
Sibe em rêwiyên Amedê ne. Me gelek derên xweş dîtin. Li Wanê
kurdayetî bi pêş dikeve, bi çarpiyan be jî xurt dibe. Dibê meriv giraniyê bide
Wanê.
XXX
13-05-2024
Dostê minê hêja Xalid Sadînî vê êvarê kebaba caxê bi me da
xwarin. Cara pêşîye kebaba caxê(cax kebab)dixum. Pir xweş bû.
Aşxane(Erkoç Cax Kebabi)bêyê caxê tiştekî din çênake. Aşxane pir mezin bû,
belkî 200 kes di hundur da hebû. Bi zor maseyek ji me ra eyar kirin..
Gelek sipas ji bo vê mîvanperweriya ji dil. Li ser navê xwe
û xanima xwe sipasiyên xwe pêşkêşî te dikim birayê ezîz.
Dostê min ê hêja Xalid Sadînî bi şev em birin Dîwanxaneya dengbêjê bi nav û
deng Simahîlê Seyranê. Camêr ji me ra çend kilam got û îkram baş kir. Xalid vîdeoyek
girt, belav kir. Min jî par kir. Me gelek girtin.
Dîwanxane kurdewarî xweş raxistiye. Di salonekê da konek vegirtiye û tije cil,
xalî, merş, berr, kulav û gelek qirqafên kurdî kirine. Yanî kiriye muzeyeke
biçûk
Sibe danê nîro em rêwiyên Amedê ne.De bi xatirê te Wana
rengîn!
Me ji te pir hez kir.
XXX
14-05-2024
Li Wana rengîn ximîna baranê ye. Sar e,7-8 derece di ser
sifrê ra ye. Ewrekî giran,wek konekî reş girtiye ser bajêr.Seet di 12.00 da em
xatir ji Wana rengîn dixwazin,diçin Amedê. Me ji Wanê hez kir.
Gelek sipas ji bo hemû dost û hevalên çar rojan em gerandin,
bi tenê nehîştin
XXX
14-05-2024
Em bi otoboza Van Golu diçin Amedê. Cendirmeyên tirk di
nabêna Wanê û Tetwanê da du caran otoboza me sekinandin, rêwî saxî kirin.
Bala xwe dan me, li nasnameya me nenêrîn. Li kontrola sisiyan saxî nekirin. Qey
em kal û pîr bûn lema.
Ev kontrolên wan bi min pir çetin tê.
Bindestî rezîlî ye.
Ji vêsê da ye baranê venekiriye, bi kûzan ro dike erdê.
Piştî Betlîsê berfê erd sipî kiribû. Lê baranê da ser, heland.
Otobozê li Ava Weqfê mole da. Xwarinên vê aşxanê pir xweş e.
Me tawe (guweç) xwar. Li tu derê meriv nikane tawayek
hewqasî bi lezet bixwe.
Em jê têr nebûn. Wext heba me yê porsîyonek din bixwra...
XXX
14-05-2024
Piştî Ava Weqfê dîsa otoboza me sekinandin, nasnameyên me
kontrol kirin. Vê carê ya min jî kontrol kirin, ya xanimê nekirin. Ev cara
çaran e.
Zulm e, çavsorî ye, dibê partiyên me, baroyên me li hemberî
vê zulma mezin tiştekî bikin. Nayê kişandin.
Însan bêçare ne, ez behecîm.
XXX
14-05-2024
Cendirmeyan carek din jî kontrol kirin, bû 5 car. Dibê meriv
li heberî vê zulmê, vê terorê bêdeng nemîne, ev zulm dibê têkeve rojeva me,
partyan, baroyan. Dibê bîrûraya giştî bi vê zulmê bihese.
Ma partiyên me, baroyên me ji bo çi hene?
Medya me dibê qala vê zulma dewletê bike.
Piştî kurtalanê careka din jî kontrol kirin, bû 6 car.
XXX
14-05-2024
Piştî Kurtalanê careka din jî kontrol kirin. Bû 6 car.
Sosireteke bêemsal e.Ev zulma irqçî, faşîst dibê dom neke,
dimê milet ji vê zulmê xelas bibe.
Serokên kurdan dibê li hemberî vê zulmê bi hev ra tiştekî
bikin.
Min hew tehamul kir, min got ev cara 6a ye hûn me saxî
dikin, mesele çi ye?
Dengê xwe nekir, xayin xayin li min nêrê û nasnameya min da
min.
8 caran em sekinandin, du caran saxî nekirin, gotin derbas bin. Serê her 10-20 km otobozê disekinînin û nasnametên rêwiyan kontrol dikin. Hukmê xwe, serdestiya xwe nîşan didin.
XXX
15-05-2024
Em nuha li Ameda germ in. Wan hinekî sar û şilî bû,do
baranek pir barî.
Amed germ e û baran nabare. Bîstek din emê xwe bera kolanên
Ameda rengîn bidin.
Emê heta 17ê mehê li vir bin, dûra emê herin Mêrdînê, Fûara
Kitêban.
XXX
15-05-2024
Ez, xanim û biraziyê xwe Jêhat li Qesra Cemîl Paşa. Min îro Jêhat li nava Sûrê
baş gerand. Nava Sûrê, aliyê Elî Paşa pir xerab e, wêran e, pir qilêr e û zarok
meriv nerehet nahêlin.
XXX
15-05-2024
Li Amedê, li ber mizgefta mezin ez û kekê Silêman Çevîk bi
tesadufî rastî hev hatin. Serê wî di ber da ji ber me derbas dibû, wî ez
nedîbûm, min ban kirê. Bû wek kuçê koran. Li hev hat. Dûra Husên Zana jî hat.
Bi vê tesadufa xweş kêfxweş bûm.
Em bi hev ra çûn Qesra Îskender Paşa pîrozbahiya 10 saliya
Weqfa Mezopotamyayê. Min li wir gelek nas û dost dîtin. Giregirên Amedê giş li
wir bûn. Malmîsanij jî hatibû, me bîstekê sohbet kir.
Welhasil min îro şeveke pir xweş derbas kir.
XXX
15-05-2024
Li Amedê, li Qesra Îskender Paşa bi çend xortên ezîz ra. Husên
Zana, Înan Eroglu, Resûl Bafeyî, Lezgîn Kitêbçiyan û xortekî din. Di nav xortan
da ez xwe xort his dikim. Lema ji kalan bêtir hevaltiya wan dikim.
Xortên wiha hêjayî hezkirinê ne.
XXX
16-05-2024
Îro jî li Amedê me. Tu programeke min tuneye. Xanim keraşo ye,
di berr ra jî aheste, aheste xwe dijdîne.
Em xurîniya xwe bikin emê derkevin der. Lê nizanim emê herin
ku derê. Dibê em herin cîyekî me nedîtiye.
Sibe em rêwiyên Mêrdînê ne. Ji wir jî emê herin Wêranşara
xopan.
Lê Wêranşar êdî ne Wêranşara berê ye, nas, dost, heval lê
pir kêm bûne, derên ez herimê nemane, hevalên ez bibînim çend kes mane. Dîtina
wan jî mimkûn e, ne mimkûn e ez nizanim.
Malên xanim herê pir in. Yê min ne wiha ye.
Ezê li bajarê xwe tik û tenê bim. Ji nuha da ta tenêtiyê ez
girtime. Ezê çi bikim?
XXX
16-05-2024
Îro li Amedê, li Deriyê Çiyê em ji ber aşxana Sîno derbas bûn. Di xortniya xwe da ez, pismamê min Sadik Yuzun, Wahît Dursun û hin hevalên din em diçûm wir.
Min ji xanimê ra got di salên 1970î da me li vê aşxanê
vedixwar.
Du karkir li ber derî sekinî bûn. Min ji wan ra qala
bîranînên xwe kir. Karkiran gotin rast e, hîn ew aşxaneye, navê jî Sîno ye, lê
alkol tuneye.
Min ji xanimê ra qala salên 1970î kir em çûn wan rojan.
XXX
16-05-2024
Îro em 8 km. meşiyan. Em baş westiyan.
Dûra min hevalê xwe yê salan Mahmût Kîper dît. Me sohbetek
xweş kir. Bi vê hevdîtinê pir kêfxweş bûm.
Piştî wê, Bawer Berşevê hêja em dawetî şîvê kirin. Me li
aşxanayek meşhûr kezebek xweş xwar. Gelek sipas ji bo mîvanperweriya dostê hêja,
Bawer Berşev.
XXX
17-05-2024
Bîsteke din em rêwiyên Mêrdînê ne. Ezê sibe li Mêrdînê, li
Fûara Kitêban bim. Ezê li standa Pirtukakurdi û Pallwesanê kitêbên xwe îmze
bikim.
Gelî ciwanan, hezkirên kurdî û edebîyat ú tarîxê kerem
bikin, em hevdu nas bikin. Fersendek wiha hertim çênabe, nayê ber nigên we.
XXX
17-05-2024
Îro ez li Mêrdîna rengîn bûm. Wahdet Acar xanimê wek cara
berê dîsa em li gelek derên xweş gerandin, me Îrfan Amîda, Lal Laleş, Hîcret
Ayaz Îpek û gelek nivîskar û resamên kurd dîtin. Em li gelek atolyeyan
gerîyan.Em çûn Medreseya Zencîriyê.Em hilkişiyan nêzî kelê. Ez û Ahmedê Torî
dît rastî hev hatin, em birin hotêla xwe. Navê hotêla xwe Aryan e, ciyekî pir
xweşik e. Bi dîtina Ahmed pir kêfxweş bûm.
Mêrdîn muhteşem e. Tarîfkirina xweşikiya Mêrdînê pir zor e.
Bi çend gotinan nabe.
Me çû xeftanê xanimê girt. Mizgîn Meşkînî û Berçem Ertaş xaniman xeftanekî
heftreng diyarî Hêviyê kirine.
Dûra em çûn Fûarê, min gelek kitêb îmze kirin.
XXX
18-05-2024
Îro ezê li Fûara Kitêba ya Mêrdînê bim. Seet ji 12.00 hatanî
15.00 ezê li standa Dara,ji 15.00 hetanî 18.00 jî ezê li standa Weşanxana Pallê
bim. Keç û xortên mêrdînî,qoserî werin em hevdu nas bikin. Weşanxaneyên kurdî
bi hezaran kitêb anîne ber nigên we.Ji vê îmkanê bêpar nemînin. Fersendeka wiha
hertim nayê ber nigê meriv.
Li Fûarê min gelek nas, dost û nivîskar dîtin. Li vir jî
hezkiriyên min pir bûn. Herdu kitêbên min jî baş hatin firotin.
XXX
18-05-2024
Îro li Fûara Kitêban a Mêrdînê bûm. Min gelek nas, dost,keç
û xortên hêja dîtin, min him kitêbên xwe îmze kirin, him jî me bi dost û
hevalan ra, bi keç û xortan ra rojek pir xweş derbas kir.
Ji bo vê fûara xweş gelek sipas ji bo Baroya Mêrdînê.
Bêyî weşanxaneyên tirkan çêkirina fûarekê pir xweş bû. Em
xwe bi xwe bûn, dengê tirkî nedihat guhê meriv.
XXX
19-05-2024
Îro seet di 13.00a da em rêwiyên Wêranşara xopan in.Tu
programek min tuneye, ez wek nîşangirê bêhedef im
Xanimê here ba xuşk û birayên xwe, ewê 3-4 rojan li wir
bimîne.
Ezê li bajarê xwe bibim turîstê bi tenê.
Lê surprîzên heyatê jî hene, belkî hin tiştên ez ne li
hêviyê bim biqewimin.
XXX
19-05-2024
Li Wêranşarê me. Ez dikim herim ba hevalê xwe yê salan Sirac
Kiricî. Ez ezimandime. Ew jî li Wêranşarê ye. Bîna me ewê bi hev derê. Ezê hin
nas û dostên din jî bibînim
Tiştê xerab min tizbiya xwe wenda kir. Pir li ber dikevim.
Min pir jê hez dikir.
XXX
20-05-2024
Do êvarî ez û Rafet Arasê terzî mîvanê Eyûb Kirici û Sirac
Kirici bûn. Birayê Sirac, Eyûb em birin aşxana hotêla Tella.
Me bi hevra çend duble vexwar û şevbêrkek pir xweş derbas kir. Garson ereb bû,
got ez kurdî nizanim. Em pê ra tirkî nepeyivîn. Eyûb erebî çend gotin jê ra
gpt. Got ez begarî me. Normal erebên Wêranşarê kurmancî zanin, lê wî got ez
nizanim. Belkî jî derew dikir.
Gelek sipas ji bo wê mîvanperwerî û dostiya ji dil. Şeveke pir xweş bû. Bi
hebûna dost û hevalên wiha serbilind im.
XXX
20-05-2024
Ez û xanim li Wêranşarê ji hev qetiyan,ew çû mala birayên
xwe,ez jî li hotêlê bi cî bûm. Ez nuha li hotêla Tellayê dimînim.Şeva wê 1200
lîreyê tirk e.
Hotêleke paqij e û nêzî bajêr e. Ez kanim peyatî herim,
werim.
Îro çûm nexweşxanê ser pismamê xwe Nezîr. Li hewşê û hundur
nexeşxanê haşer mahşer bû. Malbatên nexweşan hewşa nexweşxanê ji xwe ra kirine
ciyekî kampê. Li wir dixun û vedixun. Berê tiştekî wiha tunebû, ev adeteke nuh
e di nav milet da peyda bûye. Her kes şev û roj li ser nexweşê xwe ye.
XXX
20-05-2024
Îro li Wêranşarê bûm mîvanê zarokên meta xwe Elî, Îbrahîm û
Ekaş . Gelek sipas Îbrahîm, Ekaş û Elî xoce. Camêran ez ezimandim xwarinê.
Bi dîtina we pir kêfxweş bûm. Hûn her hebin.
Elî(Alî) Varol mamoste ye û şairekî baş e.
XXX
21-05-2024
Li Wêranşarê li hotêla Tella me. Min xurîniya xwe kir, nuha
li lobîyê me.Karkirekî hotêla hevlingê (bacanaxê) min derket.
Wî ez nas kirim, hat ba min, got xanima te jî do êvarî
mîvana me bû.
Do ez çûm serdana keça meta xwe. Li wir min tasek tuyên reş
xwar.12 sal in min tû nexwaribû.
Do çûm ser berber, min porê xwe hinekî kin kir. Berber Kemal
xortekî diyarbekrî ye, hostakî pir baş e. Porê min pir xweş kur kir, bi dilê
min e...
XXX
21-05-2024
Di dema xurîniyê da li aşxana hotêla Tellayê rastî malbatekê
hatim bi zarokên xwe ra kurmancî dipeyivîn. Sê zarokên biçûk bûn. Min silav
dayê, pirsî gelo ji ku ne?
Got em wêranşarî ne, xaltî(êzdî)ne, li Almanyayê dimînin.
Min ew pîroz kirin.Mêrik got, helbet emê bi zimanê bav û
kalên xwe bipeyin.
Pir kêfa min hat. xwezî kurdên wiha zêde bûna.
XXX
21-05-2024
Îşev li Wêranşarê min bi du lawên gorbihuştê hevalê xwe
Silêmanê Tiho, Azad û Lokman Bariş ra şevbêrkek pir xweş derbas kir.
Herdu biraziyên min ên hêja qedrê min girtin, hatin zîyareta
min. Min Lokman nas dikir, lê Azad cara pêşî bû didît. Azad yekî pir zana ye.
Kêfa min pir jê rat ê.
Bi dîtina wan pir kêfxweş bûm. Mala wan ava be.
Me bi hev ra çend risim jî girtin.
Îşev li mala apê xwe mem. Ekrem nehîşt li hotêlê bimînim.
XXX
22-05-2024
Hîn li Wêranşarê me. Li pastexaneya Has Simîtê xurîniya xwe
dikim. Mekanekî pir xweş e. Muzîka tirkî û biyanî lêdixin.Min got çima hûn
muzîka kurdî lênaxin?
Got wele patron biryarê dide. Patron ne li vir e, ez bibînim
ezê jê ra bibêjim. Xwedî yekî cizîrî ye.
Bîstek din diçim Rihayê, ezê du rojan li wir bim, çend nas û
dostan bibînim.
Wêranşar pir germ e, nuha 28 derece germ e, do 30 û çend
derece bû. Riha belkî germtir be. Germiyan nayê kişandin.
XXX
22-05-1024
Xwediyê pastaxana Has Simîtê hat ba min. Me sohbetek xweş
kir. Pismamê Resûlê Bafeyî derket. Pir kêfxweş bûm.
Camêr hurmeteke mezin nîşanî min da. Gelek tişt îkramî min kir.
Mesala muzîka kurdî min jê ra got. Got tu rast dibêjî, soza
lêdana muzîka kurdî da min. Hêvî dikim di gotinê da nemîne. Li wî mekanê xweş
gerek muzîka kurdî jî hebe.
Avahî ya pismamê min Ekrem e. Xwestpera negire, min zor da.
XXX
22-05-2024
Îro min qet nig di bin xwe ve nekir. Berî herim Rihayê min
şairê Wêranşarê Silêman Kaya dît, me têr sohbet kir.
Dûra ez û pismamê xwe Ekrem em çûn Rihayê.
Li Rihayê ez, Mistefa Kuranlioglu û pismamê min Ekrem li
mehele, kuçe û çarşiyên kevn, tarîxî gerîyan.
Em kuçe, bi kuçe, xan bi xan, çarşî bi çarşî geriyan.
Em çûn Rejî Boutique Hotêla Sîdar Karahan. Otêleke muhteşem
e. Lê ne ew hotêl tenê, Riha jî bajarekî muhteşem e, ji Mêrdînê ne kêmtir e, lê
navê Mêrdînê derketiye. Dibê meriv Rihayê miheqeq bibîne.
Riha bajarekî bêxwedî ye.Heger ev bajar yê Îtalyayê bûya
nuha bûbû sertaca turîstan.
Pismamê Ekrem ez birim himamê.Berê em ketin bastuyê.
Telaq yekî ereb bû, Xwedê heya mêrik telaqekî pir baş bû, qilêra qeraşekî ji
min rakir. Min şerm kir. 45 sal in ez neçûme himamê.
Piştî kîs û lîfkirineke baş ez bûm wek pîvazekê,pir û pak
bûm.
Berî em herin mal, mamosteyekî hezkiriyê min xwest min
bibîne,me hevdu dît,me sohbetek xweş kir.
Ev Riha muhteşem bûye bajarekî ereban,bajar û şêniyê wê li
hev nake, giriyê meriv bi halê bajêr tê. Bajarekî hewqasî xweş gerek neketa
destê ereban.
Jinên ereb ên parsek rehetiyê nadin meriv.
XXX
23-05-2024
Îro li Rihayê hinekî din geriyam. Min nizanîbû li Rihayê
hewqas derên, xanên, çarşiyên tarîxî hene. Heger reqlama Rihayê baş were kirin
ewê bibe bajarê turîstan ê sereke.
Kurdên ji Ewrûpayê tên dibê Rihayê û Mêrdînê miheqeq
bibînin.
Mixabin Riha bûye bajarekî ereban. Ev rewş gerek were
guhertin.
Min Bişar Tuyzuz, lawê wî Onder û Abûqat Cemoyê biraziyê
Bşar dîtin. Onder bi ereba xwe ez û ekrem hinekî gerandin, em birin ser Kela
Rihayê.
Bişar em ezimandin xwarinê. Lê Cemo perê xwarinê da. Me bi
hev ra rojek xweş derbas kir.
XXX
24-05-2024
Zêdeyî mehekêye li Kurdistanê digerim, çûm Amedê, Wanê,
Mêrdînê, Rihayê.
Tiştê zêde bala min kişand serdestiya zimanê tirkî, pirbûna
ereban û pirbûna dikanên zêrkiran e. Li her derê zimanê bazarê tirkî ye. Li
Amedê li Mêlik Ehmedê, Wêranşarê li taxa Çûvan kurmancî zêde tê peyivîn. Lê ne
zarok û ciwan, kesên navsale, yên kal kurmancî dipeyivin.
Li Rihayê bi sedan zêringer hene, bi tonan zêr bi darda
kirine. Qey bazar, kirîdar hene. Li Amedê,Wanê Mêrdînê jî eynî bû.
Ya din jî îslamîyet di nava jinan da pir belav bûye, min ev yek li Wêranşarê
pir eşkere dît. Gelek jinên merivên me çûbûn hecê û pir fanatîk bûbûn. Berê jin
nediçûn hecê, ji sedî yek du pîr diçûn.
XXX
24-05-2024
Ez nuha ji Rihayê dikim herim Wêranşarê. Du roj bûn li mala
Ekrem bûm.
Ezê heta 25ê mehê li Wêranşarê bim, dûra herim Amedê.
Wêranşar û xanim li bebde min in. Xanim li Wêranşarê ye.
XXX
24-05-2024
Ji Rihayê hatim Wêranşarê, li Parka Dîlanê me. Rastî xortekî
ji Rojava, kurdperwer hatim. Me dest bi sohbetê kir, derdê xwe têr ji hevra
got. Min bi kurmancî çay jê xwest. Got 6 sal e ez vira dixebitînim cara pêşîye
yekî di umrê te da bi min ra kurmancî dipeyive. Got kes kurdî napeyive. Dilê
min got çiz! Ez ketim bin erdê. Wêranşar berê ne wiha bû.
Dibê Wêranşar neketa vî halî. Tiştê xort ji min ra qal kir
ez pir xemgîn kirim. Got xort, keç tu carî kurmancî napeyivin. Gerek em nehêlin
ev felaket berfirehtir bibe.
Xort şair bû jî.
Şiîreke pir xweş, li ser Kurdistanê, azadî û serxwebûnê ji min ra xwend. Min
got binivîse û beleva bike.
Park tije mirîşk in. Xort got mirîşkên xwe tînin berra parkê didin û diherin. Li parkê lê mêze dikin.
Li Amedê jî min eynî tişt dît.
Park, li ber hin dikanan tije mirîşk bûn. Ava wan, êmê wan danîbûn ber û çûbûn. Li hin
deran, di nabêna hin xaniyan, di hundur hin sîte û hewşan da pîn jî çêkiribûn, mirîşk xwedî dikirin.
Qey kes nabe.
Li hin taxên hinekî derî bajêr bizin û dewar jî xwedî dikirin, bizinên xwe danîn li parka ber mala birayê min(Metropol 2)diçêrandin.
Li dereke din, li nêzî mala xwarziya min dewar jî xwedî dikirin. Li kêla apartmanê cî çêkiribûn.
Li Wêranşarê taxek heye li ber her deriyê hewşekê loda sergîna hebû. Di gelek hewşan da pez, dewar û mirîşk xwedî dikirin. Ji bîna rêxê meriv gêj dibû. Ew tax eynî wek Hindistanê bû. Ez matmayî mam. Hin hevalan gotin nuha baştir e, berê hîn xerabtir bû.
XXX
24-05-2024
Li Wêranşarê nufûsa erban pir zêde bûye, li her derê dengê
erebî tê meriv. Esnafên ereb jî pir bûne, berê esnafên ereb tunebûn.
Li gorî ji min ra gotin koçberîya zêde ne di nav ereban da, di nav kurdan da ye. Kurd koç dikin, ereb bi cî dibin.Meriv viya li bajêr rehet dibîne.
Li Wêranşarê koçberiya kurdan ji ya ereban pir zêdetir e. Li Beriyê erdê herî erdekî zêde, piraniya gundan di destê ereban da ne, halê ereban pir xweş bûye.
Nabêna ereban û dewletê jî pir baş e. Dewlet ereban li hemberî kurdan xurt dike. Kurd viya dibînin û dibêjin.
XXX
25-05-2024
Ez do bi mînubûsê ji Rihayê hatim Wêranşarê. Mînubûs tije
bû, hin kes ji pê sekinîn. Rêwîtiya bi munîbûsê qet ne xweş e, însên wek pez
dispêrin hev. Otoboz jî bûne qamyon, pê karê kargoyê dikin,di bagajê da ciyê
bawilan namîne.
Îro seet di 15.00 da em rêwiyên Amedê ne. Ji vegera
Stockholma xopan ra ma du roj, di 27ê mehê da em rêwiyên Swêd in.
Xanim bi xweha û keça birayê xwe ra hatin Parka Dîlanê ba min. Herduyan jî xwe
wek ereban reş girê da bûn. Ez şaş mam. Min ev yek ji wan ra got, min got çima
kincên we reş in, we xwe kiriye wek ereban? Birin û anîn, lê nikanîbûn îzah bikirana. Ketine bin tesîra terîqetan,
îslamîyet zêde xurt bûye.
XXX
25-05-2024
Kesên kurmanciya wan baş e jî nikanin reqeman, numrên
telefonên xwe bi kurmancî bibêjin, bi tirkî dibêjin.
Şîrketa mînubûsê numra telefona min xwest, min bi kurmancî
got. Keçikê got ez fêm nakim, bi tirkî bibêje. min bi tirkî negot, ban yekî din
kir.
Kurmanciya wê baş bû, xweş dipeyivî.
Hema hema herkes wiha bûye, kes nikane numra telefona xwe,
jimaran, umrê xwe bi kurmancî bibêje, bi tirkî dibêje. Zarok, ciwan bin da
nizanin.Kurmancî bizanibin jî nikanin bibêjin yanzde, donzde, sêzde, çarde...
XXX
25-05.2024
Li Wêranşarê cotkar ketine çinîna ceh, hefta pêş me jî dora
nîska ye. Dûra jî dora genim e. Germiyanê dest pê kiriye, ji nuha pê da
germîyan nayê kişandin. Em zû xelas dibin.
Dema xweş payiz e, careke din emê payizê werin. Ji bo ku em
têr hejîr û tirî bixun.
XXX
25-05-2024
Li Wêranşarê bi Mazlûm Kavrat û Ferat Kavrat ra me demek pir
xweş derbas kir. Herdu xortên merivên min qedir û qîmeteke mezin dan min. Gelek
sipas ji bo wê mervantî û dilsoziya wan.
Me ev risim li atolja Ferat Kavrat girt. Dûra em bi hev ra
çûn bajêr. Em çûn pastexana Has Simît. Bîna pastexanê ya pimamê min Ekrem e.
Xwediyê pastexanê pismamê Resûl Bafeyî ye. Pastexaneyeke pir xweş e. Personal
ez nas kirime, pir hurmet dikin. Naxwazin pera bigrin, lê ez bi zor didim.
XXX
25-05-2024
Min xatir ji Wêranşara xopan xwest, nuha li Amedê me. Sibe
jî em li vir in, dusibe rêwiyên Swêd in.
Çar car in diçim Amedê û têm Wêranşarê. Şufêrên munîbisên di nabêna Amedê û
Wêranşarê da diherin û tên giş mehelî ne, yanî zazakî dipeyivin. Lê kurmanciya
wan pir baş e. Carên berê jî vê yekê bala min kişand.
Sibe emê haziriya rêwîtiya xwe bikin û dûra jî xatir ji
Amedê bixwazin.
Em baş westiyan, lê hêja bû.
XXX
25-05-2024
Li Wêranşarê kincên piraniya jinan wek jinên ereb reş bûn.Meriv
nikanîbû jinên ereb û kurd ji hev bigeranda.
Berê girêdana jinên kurd mehelî, mexsûsî Wêranşarê bû.
Fîstanên wan rengîn bû, dismalên serî ya sipî ya jî axbaniyên zer bûn, hirbî jî
rengîn bûn.
Lê nuha kinc, qîyafetên jinên kurd giş bûne reş, bûne wek jinên Daîşê û ereban. Dîndar di nav jinan da pir belav û xurt bûye.
Min fêm nekir ketine bin tesîra ereban ya jî tesîra dînî ye.Çimkî dîndarî pir belav bûye.
Li bajêr jinan reş dikir. Berê jinên heznî reş
girê dida, lê nuha bûbûn we kêzikên reş.
XXX
26-05-2024
Şeva çûnî li Amedê ezman qelişî,baranek pir barî, tavan û
burûskan dinya xera kir, di hundurda meriv dibiziya. Ne îşê burûskan bû. Înşela
zirar nedaye zadan, bax û baxçan. Tam wexta çinînê ye.
Li Qerejdaxê barî be baş e, erdê biteqe, terşê kêf bike.
XXX
26-05-2024
Hevalên Dilkurdê îro li Amedê bernameyek taştê(xurînî)
çêkirin. Mala camêran ava be ez jî ezimandim.
Li ser daxwaza koordînatotorê
Dilkurdê Fewzî Bulgan min jî li ser asîmîlasyonê û giringîya zimên çend gotin
got.
Alî Fikrî Işik hat xêrhatin da min. Me li ser niga bîstekê
li hal û demê hev pirsî. Got êdî li Bismil dimîne, pir rehet û bextewar e. Li
Stenbolê wer nexweş bû, nuha tu nexweşî, mexweşî pê ra nemaye.
Meriv li welatê xwe rehet dike.
Gelek kesên din jî hatin xêrhatin dan min,
Rûdawê li ser çavdêriyên min, bi min ra hevpeyvînek kir.
XXX
26-05-2024
Piştî taştêya Dilkurdê ez, xanim, Înan Eroglu û Lezgîn
Kitêbçiyan em ji Mêlik Ehmedê peyatî çûn Pirtûkakurdî. Min xatyir ji Bawer
Berşev xwest. Dûra jî em çûn qahwexana Pîne. Me qahwak kizwana vexwar û bi
xwediyê wê ra bîstekê sohbet kir.
Bi vî rismî min ji Înan Eroglu û ji Lezgîn Kitêpçiyan xatir
xwest.
Herdu jî di ber min da pir westiyan. Gelek sipas ji bo
alîkariyên wan. Ezê bîriya wan bikim.
XXX
26-05-2024
Roja dawî, bi vî rismî min ji birayê xwe Faîk, xanima wî
Abîde û biraziyê xwe Jêhat xatir xwest. Me şîva xwe çû li aşxaneyeke baş xwar.
Dûra jî em çûn pastexaneyeke baş, me kunefe xwar.
Êdî dibêjim Ameda rengîn, de bi xatirê te. Sibe seet di
009.00a da em difirin Stockholmê.
Bi xatirê we dost û hevalên hêja, keç û lawên giranbiha!
Ez ji we pir û pir memnûn im.
XXX
27-05-20-24
Em sax silamet gihîştin malika xwe
Gelî nas, dost û hevalan û şopînerên min ên ezîz, merheba ji
we ra !
Em bîstek berê sax silamet gihîştin mailika xwe. Lê min dilê
xwe li Kurdistanê, di nava keç û xortên hêja da hîşt.
Ez zanim we bîrîya min kiriye, min jî gelkî bîriya we kiriye. Ê vaye em
gihîştin hev.
Min Sim-karta telefona xwe wenda kir. Lema ne kanim telefonî kesî bikim, ne jî
kes kane telefonî min bike. Înşela sibe ezê hel bikim.
Belkî hin nas, dost, heval û malbata min,
birayên in meraq dikin, lema ez bi van çend rêzan sipas jî gişan dikim, ji
gişan ra dibêjim mala we ava be.
Ez û xanim nuha li Stockholmê li mal in û bawil û buxçikên
me anîne vedikin.
Ez nuha gelkî westiyayî me, nikanim zêde dirêj bikim, bi dûra ezê hêdî hêdî
qala rêwîtiya xwe bikim.
De bi xatirê we, bimînin di nva xêr û xweşiyê da.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar