02 juni 2024

Pesnê xwediyê qahwexaneya PÎNE´yê didin lê ew bi xwe eynî tiştî nakin

Gelek siyasetmedar, nivîskar, partiyên me yek bi yek girtina xwediyê qahwexaneya PîNE´yê Remezan Şîmşek protesto dikin, piştgiriyê didin azaftin û serwîsa bi kurdî.

Her kes li dijî asîmîlasyonê dertê, midaxeleya dewletê ya ser qahwexana PÎNE´yê rast nabîne, dewletê rexne dike, dixe binê erdê.

Helbet baş dikin, dibê meriv vê zorbatiya dewletê rexne bike.
Lê gava meriv şûjin di dewletê ra kir, dibê derziyê jî di xwe ra ke. Yanî berpirsiyariya xwe, tiştê dikeve ser milê xwe jî ji bîr neke; ew jî zimanê mala xwe bike kurdî

Gelek kurd, siyasetmedar, nivîskar tirkî dinivîsin, bi zarokên xwe ra tirkî dipeyivin. 

Heta nuha min nedîtiye yek kesî jî gotiye ji nuha û pê da ezê bi zarokên xwe ra tirkî nepeyivim, zimanê min ê malê êdî ewê kurdî be.
Zimanê bi sedhezaran kurdî li malê tirkî ye, lê ferdekî jî negotiye min dev ji tirkî berda.

Hûn şêla Remezan Şîmşek rast dibînin, jê ra li çepikan dixînin, lê hûn bi xwe wek wî nakin, hûn zimanê mala xwe nakin kurdî.

Yê ji Remezan Şîmşek ra bibêje şabaş, her bijî, dibê ew bi xwe jî biryara Remezan Şîmşek girtiye bigire, zimanê mala xwe, zimanê xwe yê bazarê bike kurdî.

Heger hûn biryara Remezan Şîmşek girtiya rast dibînin, hûn jî wek wî eynî biryarê bigirin, tirkî ji mala xwe biqewitînin û zimanê mala xwe bikin kurdî.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye, ”ewê tu carî nehêlin li Sûriyê û li Bakurê Îraqê terorîstanek ava bibe.”

Dibê kurdên başûr xwe nexapînin, Erdogan bi qasî li dijî azadî û serxwebûna kurdên Kurdistana Rojava ye, hewqasî jî li dijî azadiya kurdên başûr e. Mêrik di axaftina xwe ya do da ev yek careka din dubare kiriye.

Hêvî dikim serokên Kurdistana Başûr ji van gotinên Erdogan dersekê bigrin, bi dostiya Tirkiyê ya derewîn, xayinane nexapin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE