01 juni 2024

Agahiyek li ser notên gerra min

Di rêwîtiya xwe ya Kurdistanê da min her roj notên kin girtin, bi kinî qala gerr û serpêhatiyên xwe kir û her roj di Facebookê û Twîtterê da weşandin. 

Nuha ez wan rojnivîskan topî ser hev dikim, dikim dosyek. Di Facebokê û X´ê  da xwendina wan zor e, çêtir e gişk di dosyekê da, di nivîsekê da bin, ji bo ku li ser hev rehet werin xwendin. 

Meriv kane bibêje notên gerra li Kurdistanê.

Ez bawer dikim îro, sibe ezê biqedînim û di bloga xwe da wek dosyekê belav bikim. Wê demê merivê bikanibe gişan li ser hev bixwîne.
Hin nivîsên din jî ezê binivîsînim, di wan da jî ezê qala hin bûyer û serpêhatiyên xwe bikim. Bi dor, ez li ser dixebitim…

XXX

Dema meriv xort e bîra kalbûnê, pîrbûnê û mirinê nabe. Lê ciwanî wek tava nîsanê ye, zû derbas dibe. Meriv hew dibîne pişt xûz bûye, roniya çavan kê bûye, hêz di çongan da nemaye. Meriv dibe wek dara av jê bikişe, hêdî hêdî hişk dibe.

XXX

Însanên xerab, bêbext, şerûd pir in. Dişibin dêla kûçik, tu carî rast nabin.

XXX

Bacon: Yên herî baş dişewitin êzingên kevn in, kesên herî saxlem, meriv baweriya xwe pê tîne dostên kevn in, yên herî rehet tên xwendin jî nivîskarên kevn in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE