Stockholm bûye Amed, Riha, 25 derece germ e. Havîna me zû hat Stockholmê.
Gîha û hoşiba hewşa me çongekê dirêj bûbû, bûbû porê dînan. Min çinî, dûzanek dayê, hinekî berbî hev hat.
Lê hîn neqediya ye, dibê em hawirdora xwe baş şirt bikin û kursiyên havînê bicî
bikin. Hêdî hêdî, bi derbekê da nabe.
Me îro çû kulîkên Pelargon kirîn, axa me berê bû.
Me kulîlkên xwe xistin qutîkên wan û li ber derî, pacan bicî kirin. Hewş bêyî kulîlk nabe, gul û
çîçek xeml û şûxa hewşan e.
XXX
Medyaya sosyal platformeke ecêb bi fêde ye. Wek neynikekê
ye. Însanên baş û xerab, kesên kamil, maqûl û sûtal û çeqelan nîşanî meriv
dide, bi meriv dide naskirin.
Di vê mecrayê da şîrheram, bêwefa, sûtal, çeqel pir in, ya rast dibê meriv hevza xwe ji wan bike, danekeve mistewa wan.
XXX
Serketina hin însanan zû qurre û pozbilind dike. Keda
hindik, kara zêde hin kesan fahş û şaş dike
Her tişt di hemdê xwe da baş e, xweş e. Tiştê xerab bêedebî,
fahşî ye, dibê meriv hevza xwe ji bêedeban bike.
XXX
Dar çiqasî dirêj, bilind bibe ba hewqasî riya xwe pê dixe.
Dara fêkî dide yên kevir davêjin jê da pir in.
Xwelî li wî serî be her kes jê hez bike, dijminên wî
tunebin.
Însan di heft saliya xwe da çi be, di heftê saliya xwe da jî
ew e.
Kurmê şîrî heta pîrî...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar