Pûlisên tirk do li Amedê sibê zû girtin ser qahwexana PÎNE, xwediyê wê Remezan Şîmşek girtin bin çavan. Remezan hîn girtiye.
Min navê Pîneyê bihîstibû,
sê caran çûm wir, bi xwediyê wê ra sohbet kir.
Cara dawî di 26ê gulanê da, rojekê berî hatina xwe ez û xanima xwe, Înan Eroglu
û Lezgîn Kitêbçiyan çûn wir. Me me bi xwediyê wê Remezan ra sohbeteke xweş kir.
Sebebê girtina Remezan Şîmşek xizmeta bi kurdî ye. Çima zimanê serwîsê ne bi tirkî, bi kurdî ye.Remezan Şîmşek çend roj berê gotibû ji nuha û pê da ewê serwîsa xwe tenê bi kurdî bike, ewê bi mişteriyên xwe ra bi kurdî bipeyivin. Negotibû tirkî û zimanekî din qedexe ye. Gotibû emê serwîsa xwe bi kurdî bikin.
Vê biryara Remezan Şîmşek a li dijî asîmîlasyonê di medyaya sosyal da olaneka mezin da, kurdan biryar teqdîr kirin, tirkên faşîst, nîjadperest, antî-kurd jî kevir û kuçik li Remezan Şîmşek barandin.
Li Tikriyê tirk li qahwexane, pastexane, aşxaneyên xwe serwîsî bi tirkî dikin, li tu derê serwîsê bi kurdî nakin.
Tirkiya wan serbest e, normal e, lê kurdîya me sûc e, qedexe ye.
Di qanûnên Tirkiyê da jî qedexeyeke wiha tune ye. Ji bo me kurdan zorbatî û çavsorî qanûn e.
Piştî vê zorbatiya dewletê dibê kurd bêtir herin PÎNE. Dibê mekanên, qahwexane, aşxane, pastexaneyên wek PÎNE´yê li her bajarê Kurdistanê zêde bibin.
Dibê partiyên me, siyasetmedarên me, kurdên welatparêz li hemberî vê zorbatiya dewletê bêdeng nemînin, piştgiriyê bidin mekanên wiha, wan zêde bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar