09 december 2023

Xwişka min Cemîleya cefakêş jî îro xatir ji min xwest

Xwişka min a cafakêş, dayika 11 zarokan, hempişta min, şîrîna ber dilê min Cemîla delal îro li Amedê li nexweşxanê xatir ji me xwest, berê xwe da axa sar, çû gerdûna xwe ya ebedî.

Ji ber ku ez ne li ber serê wê bûm, berî mirinê me hevdu himêz nekir, me xatir ji hev nexwest, wek birayê wê yê mezin min li temî û wesîyên wê gudarî nekir ez dilkovan û xemgîn im.

Û ji bo ku sibe ezê nikanibim têkevim bi darbesta wê, nikanibim di şîna wê da rûnim pir fedîkar û dilbikul im. Xwezî qederê ev êş nekira para min. 

Şîna wê ewê li Qerejdaxê, li gundê Zinarcankê were danîn.

Bira serê peyê Sîno, zarokên wê, nevî û balbata wê sax be, Xwedê sebrê bide wan.Gorra wê bihuşt be.

Telefona lawê wê yê biçûk:
Mûrad Yuzen: 05330421410
Telefona birayê min Fûad Kûmrûaslan: 05333857301
Telefona min: 073 53 44 852

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE