09 december 2023

Gelek sipas Necat Zivingî !



Surprîzên jiyanê pir in, tu hew dibînî tiştekî tu qet ne li bende bû dîyarî te kir, di nav barek derd û kul, qahr û qotik da dilê te şad kir.

Nivîskar, lêkolîner, şair, abûqat Necat Zivingî kesekî li ber dilê min pir ezîz û hêja ye. Ez pir jê hez dikim. Diyar e rê ji dila diçe dila.
Camêr li ser min û bloga min Hindik-Rindik nivîseke hetanî nuha kesî li ser min nenvîsîye û min bawer nedikir kes binivîse jî, nivîsye.


Ji ber vê qedişînasiyê û dostiya wî ya ji dil ez pir kêfxweş bûm.
Camêr di heqê min û xabatên min ên salan da gelek gotinên ez pê pir kêfxweş û serbilind dibim kirine. Mala wî ava be, camêrî, wefadarî kiriye.

Ez 73 salî me, zêdeyî 50 salî ye ji bo kurd û Kurdistanê di nav xebata siyasî da me.

43 sal in bênabên dinivîsînim.  Bi dehhezaran nivîsên min di gelek kovar, rojname û malperan da hatine belavkirin.

16 sal in blogga xwe Hindik-Rindik aktîf dihêlim, her roj nivîsekê, du sê nivîsan tê da dinivîsînim. Jimara wan nuha 9355 e.

Min sê kitêb nivîsîne û romana Sûsanna Tamaro ”Bide dû dilê xwe” ji swêdî wergerandiye kurmancî.

Hetanî nuha tu kesî bi vê dilsoziya Necat Zivingî ez û xebatên min, berhemên min teqdîr nekiriye.

Lema jî ev nivîsa Necat Zivingî ji bo min bû surprîzeke mezin e, dilê min şad kir.

Mala wî ava be. Ji ber vê wefadarî û qedirşînasiyê çiqasî sipasî wî bikim hindik e.

Ez gelkî qedir û qîmetê didim Necat Zivingî, şêla wî ya siyasî. Min ev yek çend caran nivîsîye.

Her nivîsa wî li gorî dilê min e, dibêjim xwezî min berî wî ev gotiba.

Di medyaya sosyal da hebûna wî û çend kesên mîna wî bîna min fire dike.

Gava tirkekî neyarê miletê kurd, ya jî nezan, zirzopekî me êrîşî kurdên serxwebûnxwaz dike, hin tiştên ne rast dibêje, ez zanim Necat Zivingî hefadê miletê xwe ye, bi qelema xwe ya xurt, bi zanîna xwe ya kûr ewê bersîva wan bide, wan poşman bike.

Carê min jê ra got di medyaya sosyal da nekeve van minaqaşeyên bêfêde, giraniyê bide xebatên xwe yên edebî û lêkolînan, gelek kes êrîşî te dikin ez pê diêşim.

Camêr sipasî min kir, got ew nafikire vê platporma muhîm terk bike. Ev qadeke pir muhîm e, ewê dev jê bernede.

Destpêkê min got şaş difikire, lê dûra min dît yê şaş difikire ez im, ne ew e. Pir baş bû bi ya min nekir, di medyaya sosyal da tim aktîf e.

Ez li dijî nivîsên bi tirkî me, dibêjim kesên kurdî zanin, kurdîya wan(kurmancî, zazakîya wan) baş egerek ne bi tirkî, bi kurdî binivîsin.

Lê rewşa civata me, realîta me ya heyî carnan nivîsîna bi tirkî ferz dike. Bi taybetî di medyaya sosyal da hebûna kesên wek Necat Zivingî lazim e, şert e.

Necat Zivingî û çend kesên wek wî, di vê platforma gelkî muhîm da wek şêrên miletê xwe ne, wek kelemên di çavên dijmin da ne. Bi zanînên xwe, bi qelemên xwe yên xurt tirs û xofê dixin dilê dijmin.

Lema jî dibêjim Xwedê kir Necat Zivingî heye û bi tirkî zane. Tirkiya wî jî bêqusûr e, her bersîva wî, her derba wî him dilê meriv rehet dike, him jî dijmin sersem dike.

Xwedê kir li dinyayê hin merivên wek Necat Zivingî dilpak, dilsos û wefadar hene.

Di nav gelek kesên dilreş û bêwefa da hebûna wan jiyanê bi meriv xweştir dike, di nav hemû qahr û qotikan dilê meriv şad dikin.

Dost û hevalên baş wek zêrê zer in, qîmeta wan bizanibin.

Lînka nvîsa Necat Zivingî:
Weqanûsekî Hemdem: Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE