09 december 2023

Merivên tirsonek nekin berpirsiyarên xwe

Însanek çiqasî zana be jî heger ne cesûr be dibê meriv neke serok û berpirsiyarê xwe.

Ji me kurdan ra serokên, siyasetmedarên, ronakbîrên, rojnamevanên wêrek, cesûr lazim in. Merivên tirsonek pir xerab in, pir pîs in, ji berpirsiyariyên muhîm dûr xin.

Çimkî tirsonekiya wî/wê kane nehêle rastiyê bêyî sansor li her derê bibêje.

Tirsonekî kane zora zanîna wî bibe. Newêrekî însên dudil dike, nahêle gaveke bi cesaret bavêje, tenê temaşe dike.

Dema meriv ji têkçûnê û biserneketinê netirse meriv kane bi ser keve.

Merivê newêrek dişibe kêra ko, dema lazim e bi kêr nayê, tu fêdê nade meriv

Îrfan Aktan ev newêrekîya xwe di axaftina xwe ya Parlamentoya Awrûpayê da bi axaftineke demagojîk nîşan da û zirareke mezin da kurdan.

Dibê kurd kesên wiha nekin berdevkên xwe, nehêlin yên wek Îrfan Aktan di platformên muhîm da li ser navê kurdan bipeyivin, zirara wan ji kara wan pir û pir zêdetir e.

XXX

Serokê karên dîyanetê yê Tirkiyê Prof. Dr. Alî Erbaş gotiye ji nuha û pêda ewê xutbeyên rojên îniyê û cejnan bi 8 zimanan belav bikin. Heyşt ziman jî ev in:

Tirkî, erebî, almanî, fransî, îngilîzî, îspanyolî, îtalyanî, rûsî.

Wek hûn dibînin dîsa kurdî tune ye. Mêrikan li her derê neyartiya xwe ya li hemberî kurdan nîşan didin.

Kurdê hîn jî hevalên wwan in, hîn jî dost û hevkarên wan in ji wan pîstir in. Silav jî li wan heram e.

Merivên hewqasî neyarê qewmê meriv, zimanê meriv bin, meriv nabe heval û dostê wan. Yên bibin pir bêxîret in, ji Prof. Alî Erbaş pîstir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE