Xwedê kir nuha ez teqawid(xaneşîn)im, li malika xwe, li hêlîna xwe ya germ im.
Carnan ji extîyariyê gazinan dikim lê aliyên wê yên baş jî hene.
Heger xort bûma, di vê berfê, şilî û şepeliyê da nuha di riyan da mûm, li bende
otobozan li rawestgehan dizikzikîm.
Teqawidî xêra Xwedê ye, meriv naxebite, destê xwe di av asar û germ da nake, lê
dewlet dîsa jî her meh pêşek pere dixe hesabê meriv.
Heger ez xort bûma, nuha li kar bûm, min nikanîbû ev nivîs binivîsîya. Xort perîşan in, bi şev û roj ji me ra dixebitin.
Îro hewa hinekî germtir e, lê xerabtir e, berf dihele, dibe avzêm, meş ne xweş e.
Nigê min min hîn diêşe, ezê îro jî neçim meşa xwe nekim.
XXX
Îrfan Aktan li Parlamentoya Ewrûpayê, di konferansa kurd da
gotiye, ”Welatê kurdan tuneye, lê dinya hemû welatê kurda ye.”
Di konferanseke wiha da li ser navê kurdan gotineke wiha
dînîtî û rûreşiyeke mezin e.
Kurdên li dinyayê belav bûne mahcir in, mahcir nabin xwedî welatan, dibin
pêsekiniyên miletên xwedî dewlet.
Ji dêlî ku ji miletê xwe ra azadiyê, serxwebûnê, dewletê bixwaze, demagojiya
dinya welatê kurda ye kiriye.
Ev mêrik li ser navê kê beşdarî vê civînê bûye ez nizanim.
Îrfanê delal, wele miletên bêdewlet xulam û êsîrên miletên
xwedî dewlet in; wek kûçikên bêxwedî, bêsitar in. Tu viya zanî, lê ji bo ku wek
kurdekî te rastî negotiye te pir şerm kiriye.
XXX
Gurê devbixwîn, neyarê miletê kurd dîsa zûriya ye, gotiye
ewê destûrê nedin statuya terorê, ewê operasyonên xwe yên li Kurdistana Rojava
bidomînin, derên hîn dagir nekirine jî ewê dagir bikin.
Mimkûn e, ev dinya ya xurta ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar