Heyder Diljen wê rojê ev rismê min ji min ra şand.
Min bala xwe da yê, kêfa min jê ra hat. Bi baweriya min rismekî şîrîn e.
Rismê kalekî porsipî, rûliken û sempatîk e.
Havîna par em çûn mîvaniya wan, ez bawer dikim rismê wê rojê ye.
De bira ew jî têkeve arşîva min. Gava meriv rismê xwe yê extîyariyê dibîne, ji
xwe ra diblje hela hela, ev ez im?
Law xortaniyê çi zû terka min kir?
Extîyara bendera(lîmana)nexweşiya ye, nexweşiyek dihere yek tê.
Li derva berf e, sar û serma ye, îro min û xanimê serê xwe ji hundur dernexistiye.
Ez ji ber tesîra derziyên do min li xwe xistin (derziya Covîd-19ê û hin din)jixwe nerehet im, piyên min, nigê min diêşe nikanim rehet bimeşim.
Îro tahtîla min e,
xwedêgiravî ezê îsrehet bikim.
Bîranînên Keya Îzol dixwînim, min zor daye xwendina wê.
Lê mesela medyaya sosyal bûye kurm, kompîtorê venekim, bala xwe nedim
platforman rehet nakim.
XXX
Do min sê(3)derzî li xwe xistin. Yek a Covîd-19 bû, herduyên din jî yên bapêşê, îltîhabê û nizanim çi û çi bûn.
Qey hemşîre xanimê ne bi hostayî lêxistiye, herdu piyên(girmikên)
min û hêta min a rastê pir diêşe.
Bi şev ez ketim tayeke sar, şîrqîna diranên min bû.
Ez bi derziyên berê qet neêşiyam, belkî xanima hemşîre vê
carê ecemî bû.
Do bi şev di nav nivînan da min nikanîbû xwe bor kira.
Ez bawer nakim ez kanibim îro bimeşim. Hêta min û girmika min a çepê pir diêşe. Ezê îro nabênê bidim meşê, bîna xwe bigrim. Bira îro jî meş tunebe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar