06 december 2023

Min îro derziya Covîdê ya 6a jî li xwe xist

Min û xanimê îro dîsa derziya Covîd-19 li xwe xist. Ya min bû derziya 6´a, ya xanimê bû derzîya 5a.

Ez tedbîra xwe baştir digrim. Çi dibe, çi nabe, bira bêxwediya Covîdê ji me dûr be.

Lê du derziyên din jî, yên li hemberî bapêşê, zekemê, bronşîtê, nizanim çi û çi jî li me xistin.

Yanî li ser hev sê derzî li me xistin, gotin kal û pîrên bi ser 65´a ketine gerek van aşiyan jî bibin. Loma em tewsîyeyî we jî dikin...

Min ji xanima hemşîrê ra got, heyra me ji zûda ye 65 li dû xwe hîştiye, hema hûn çi pêşniyar bikin min qebûl e.

Welhasilî kelam derziyek li girmika min a rastê xist, derziyek li girmika min a çepê xist, derziyek jî li hêta min a rastê xist.

Derziya hêtê cara pêşî ye li xwe dixim. Qey ev jî ji bo nexweşiyeke taybet e. Wele got ji bo çi ye, min ji bîr kir.


Îro serma 13 derece di binê sifirê ra yee, berf çongekê li erdê ye. Em bîstekê meşîyan, min çend risim girtin. Lê îş sar bû, çûk bi çûktiya xwe li hewa diqefilîn.

Ji ber ku me derzî jî li xwe xistibûn, him jî 3 derzî, lema me berê xwe da hêlîna xwe ya germik.


Di rojên wiha da hundur xweş e. Mala me jî tim wek himamê germ e. Gelşa me û sermayê qet tuneye.


Sîstema me ya germkirinê merkezî ye, bi swêdî jê ra dibêjin ”Fjärrvärme”, yanî germîyana merkezî. Me kêf kiriye, em pê xenê bûne.

Him xanî tim germ e, him jî pir erzan e, mesref hindik lê diçe.

Li Swêd sîsteme herî  zêde berbelav germîyana merkezî ye.
Çimkî him erzan e, him jî pir baş e. Lema jî di vîla û xaniyên wek da piranî germîyan merkezî ye. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE