06 december 2023

Hûn li ser Mem Ararat neheq in

Mem Araratê sitranbêj di platformada gotiye, "Kurdbûn, bêyî sosyalîzm, komunîzm, îslamîzm, kapitalîzm û hemû îzmên din dibe, lê kurdbûn, bêyî zimanê kurdî nabe."

Yanî kurdek kane ne rast be, ne çap be, ne dîndar be, lê zimanê xwe nizanibe nabe, ewê bihele, bibe tiştekî din. Kurdbûn bêyî zimên nabe.

Gelek kesan xwe ji van gotinên wî aciz kirine, ev çend roj in kevir û kuçan lê dibarînin.

Birayên ezîz, hûn xwe aciz bikin jî, aciz nekin jî camêr qala rastiyeke muhîm kiriye. Tiştekî şaş, ji kesî ra gotineke xerab negotiye.

Camêr negotiye kesên kurdî nizanin giş xerab û pîs in, yên bi kurdî zanin jî giş baş in. Zanebûna zimanekî însên baş û xerab neke, yê însên baş û xerab dike emel e, kar e, şêla siyasî ye, şexsîyet e.


Di nav kurdên kurdî nizanin da jî merivên baş û xerab hene, di nav yên kurdî zanin da jî baş û xerab hene. Mesele ne şêla însên e, muhîmiya zimên e.

Miletê kurd bi zimanê xwe, bi muzîka xwe, bi edebîyata xwe, bi sînemeya xwe miletekî ji cihê ye.



Gava ziman tunebe edebîyata kurdî jî tuneye, muzîka kurdî jî tuneye, tîyatro û sînemeya kurdî jî tuneye.

Heger zimanê me, muzîka me, edebîyata me, sînemaya xwe bi tirkî be wê demê em tirk in.

Tiştê me û ereban, me û farisan, me û tirkan ji hev digerîne tenê ziman e.
Kurdî nemîne emê bibin tirk, bibin faris û ereb.

Yê vê rastiyê înka bike, xwe jê aciz bike ya pir nezan û cahil e, ya jî dixwaze kurd bibin tirk.

Jixwe nîvê me di praktîkê da bûye tirk. Nîvê maye jî asîmîle bibe, emê bibin tirkên RESEN !

Hema heta ji kesên asîmîle bûne tê bira bibêjin em kurd in, li ser navê kurdan siyasetê bikin.

Bi zimanê xwe, bi berhemên xwe, bi muzîka xwe ji tirkan ra xizmetê dikin, kultura tirkan, edebîyat, sinet û muzîka tirkî dewlemend dikin.

Di êrîşên xwe da li ser Mem Ararat da hûn neheq in.
Heger ziman ne muhîm bûya, heger kurd bi zimanê xwe kurd nemana Tirkiyê ewê kurdî qedexe nekira, ewê bihîşta zarokên me bi zimanê xwe bixwînin.

Kurdî serbest nakin çimkî tirk baş zanin dema kurdî nemîne kurdê bi tirk bin. Dibê hûn jî viya bizanibin.

2 kommentarer:

  1. Silav û rêz,

    Ne tenê ziman me ji ereb, tirk û farisan cûda dike, belê here girîng, ew jî xaka Kurdistanê ye ku aliyê ereb, tirk û farisan ve hatiye dagîrkirin. Herwisa çanda me ji çanda wan gelek cûda ye. Xelkên Skotland û Îrlenda bi ingilîzî diaxifin, lê dîsan jî nebûne englandî û daxwaza serxwebûna xwe dikin.

    Silavên Kurdistanî.

    SvaraRadera
  2. Helbet kultur jî muhîm e. Lê û îskoçî û îrlandî tam asîmîle nebûne. Li Îrlandê îrîsî, li Îskoçyayê jî îskoçî zimanê resmî ye.
    Kurd asîmîle bibin jî kanin serxwebûna xwe bixwazin û ji tirkkan veqetin, dûra hêdî hêdî li zimanê xwe vegerin.
    Ya muhîm ruh û şiûra milî nemire, milet xwe tirk qebûl neke.

    SvaraRadera

PARVE BIKE