Min bîranînên Aslîka Qadir xanimê ”Welatê Me Kurdistan e” dixwend. Hîn min ew neqedandibû, bîranînên Keya Îzol ”Ji Swêrekê Heta Stockholmê” lê zêde bû.
Nuha min dest bi xwendina bîranînên Keya Îzol kiriye. Ya ezê nabênê bidim
bîranînên Aslîka xanimê, ya jî ezê herduyan bi hev ra bixwînim.
Ya xerab ez hêdî dixwînim û nikanim zêde bixwînim. Çavên min diêşe, hêsir dikin.
Gelo qala min kiriye ya na?
Û heger qal kiribe çawa qal kiriye?
Çimkî gelek serpêhatiyên me yên xweş û ne xweş bi hev ra hane.
Heger çend kevir û kuçik, çend xîç avêtibin ji min da jî ne xem e, ez li dilê xwe nagirim. Bîna min, toleransa min li gorî 30-40 sal berê firehtir e.
Ya muhîm tiştê hatiye bîrê nivîsîye. Heger tiştekî şaş, ne rat hebe meriv kane ya xwe bibêje.
Hafiza her kesî bûyeran mîna hev qeyd nake. Lema jî tiştê tê bîra meriv, mimkûn e nayê bîra hevalê wî, ya jî bi hawakî din di bîrê da mabe. Lema jî belge tunebe hafiza kane meriv bipaxapîne.
Berê hafiza min pir xurt bû, çîrokek saetekê dirêj li ba min bihata gotin min ji ber dikir. Lê nuha ne wiha ye. Ez dîsa ji ber dikim û lê dûra ji bîr dikim.
Herçî tarîx û nav e, ez nikanim di hafiza xwe da bigrim, ez viya baş zanim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar