Hetanî 1980´î di nav partiyên me da kesê bi îngilîzî,
fransî, îspanî, almanî bizanîbûya tunebû.
Li Amedê kesê me yî bi rojnamevanekî
ewrûpî ra hevpeyvînekê bike tunebû.
Şirkir nuha bi hezaran xortên me her yek bi 3-4 zimanan zanin,
ji arşîvên her welatî, gelek nivîs û rismên ji bo tarîxa me pir muhîm derdixin,
pêşkêşî miletê xwe dikin.
Zarokên me ji me gelkî zêde kirine, ji me zanatir in. Karên pir hêja jî dikin.
Ji van kesan yek jî Baran Zeydanlioglu ye. Baran Zeydanlioglu û gelek kesên wek wî lêkolînên pir hêja dikin. Ez sipasdarê wan im.
XXX
Nivîsa min a li ser bîranînên Keya Îzol û ya li ser kitêba
Lawên Mokrî, ”I mitt kurdiska kök”, ”Mitpaxa min a kurdî” pir hatin ecibandin,
jimara tikandinê ji çend hezaran bihurî.
Xelk ji nivîsên siyasî, ji leqeleqa li ser siyasetê of bûye.
Lema jî nivîsên siyasî pir kêm tên xwendin. Jimara tikandina nivîsên siyasî
200-300î derbas nake.
Lê nivîsên wiha pir tên xwendin. Dibê ez giraniyê bidim
nivîsên wiha, lê ew jî ne rehet e.
XXX
Facebook hin rojan hin rismên min berê parve kirine nîşanî
min dide, dibêje filan salê, filan rojê te ev risim belav kiriye.
Do dîsa çend rismên 9 sal berê min parve kirine anî bîra min. 9 sal zû çûn,
xewna me dît li ber qedandinê ye. Rêwîtiya me nêzî dawiyê dibe.
Di vê rêwîtiyê da me hin tiştên xweş jî dîtin, hin tiştên xerab jî.
Tiştê ji me ra mane çend risim, çend rêz nivîs û hin bîranînên xweş û ne xweş
in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar