04 december 2023

Xwezî rojnamevanên me yên wek Beşîr Kavak pir bûna

Beşîr Kavak rojnamevanekî pir jîr, pir jêhatî ye, meriv ji gudarîkirina programên wî têr nabe. Zimanê wî wek şekir e, dîksîyona wî bêqusûr e.

Bi rojnamevan û nivîskarê swêdî Joakîm Medîn ra di Radyoya Swêd beşê kurdî da hevpeyvîneke pir xweş kiriye.

Joakîm Medîn û Beşîr Kavak di hevpeyvînê da li ser taqîbat û dijayetiya îstîxbarata Swêd a li dijî kurdan, a antî-kurd hin agahiyên muhîm didin. Cî li berpirsiyarên Dahîreya Koçê teng dikin.

Dahîreya Koçê ya Swêd
îltîca û hemwelatîbûna kurdan hema hema qebûl nake, vê yekê jî dispêre raporên SAPO´yê, yanî raporên îstîxbarata Swêd.

Îstîxbarata Swêd di raporên xwe kurdan ji bo Swêd wek talûkeyekê nîşan dide. 



Joakim Medin

Dixwaze bi vê riyê rê li ber hatina kurdan bigire. Berê ne wiha bû, lê ji 2019´a û virda ye Swêd ji bo kurdan êdî ne ciyekî sitarê ye.

Bi îjtîmaleke mezin Tirkiye li ser kurdan çi ji Swêd çi dixwze, îstîxbarata Swêd wan agahiyan dide Tirkiyê.

Meriv kane bibêje piştî destpêkirina prosesa daxwaza Swêd a endametiya NATOyê, Swêd ji Tirsa Tirkiyê bûye welatekî 
antî-kurd, hetanî mimkûn be îltîca û hemwelatîbûna kurdan qebûl nakin.

MIT´a Tirkiye çaqasî li pey kurdan e, SAPO´ya Swêd jî hewqasî li pey e.

Di vê şêla Swêd da tiliya Tirkyê heye, Swêd li gorî daxwaza Tirkiyê hereket dike. Ji bo ku Tirkiye miracaeta Swêd a endametiya NATO´yê îmze bike.

Beşîr Kavak rojnamevanekî  super e.
Min hetanî nuha rojnamevakî wekî wî rojnamevaniyê baş naze, karê xwe mikemel, bi prfofesyonelî dike nedîtiye. 

Heger hebin min nedîtiya, nevekî din nayê bîra min.

Beşîr Kavak, him rojnamevanekî pir baş e, karê xwe bi dîqet dike, pir tîtîz e, tim bi hazirî ye, hakimê mijarê ye, pirsên xweş û muhîm bi hostayî dipirse.

Ya din jî xweşikî, tekûzî û şîrîniya zimanê wî ye; zimanekî wî yê bêqusûr heye. Meriv kane bi seetan li programên wî, li axaftin û şiroveyên wî gudarî bike.

Li Swêd, di nava swêdiyan da mezin bûye, li Swêd xwendiye.
Lê kurmancîyek mikemel dipeyive. 

Dîksîyona wî hewqasî bêqusûr e, meriv ji gudarîkirina wî têr nabe.
Li programên wî gudarî bikin, hûnê jî heq bidin min.

Him hakimê karê xwe ye, di her programa xwe da hilika meselê derdixîne.

Di pirsên xwe da ne êrîşkar e, ne terefgîr e, nermik e, lê bi pirsên xwe cî li yê hemberî xwe teng dike, nîşan dide ew ne rojnamevanekî nezan e. Pirsên xwe bi cesaret dike.

Xwezî Beşîr Kavak di hin telewîzyonên kurdî da jî program çêkira, temaşevanên kurd bidîtana hevpeyvîn, program çawa dibe, pirs çawa tê pirsîn?

Dibê programên Beşîr Kavak ne li Swêd tenê, li her dera dinyayê, li her çar perçên Kurdistanê jî werin gudarîkirin.

Ez wer texmîn dikim îmkan û teknîka vê yekê heye, dibê di hin platformên din da jî werin belavkirin, ji bo xelk li wan gudarî bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE