04 december 2023

Pîvana min a hezkirinê û nehezkirinê

Hin însan pir bi girr in, pir dilreş in, tu merivekî çiqasî baş bî, tu ji bo gelê xwe çiqas karên baş bikî jî li ba wan pênc pera nake, tim li dijî te ne.

Gava meriv ne kamil, ne maqûl be, doz û berjewendiyên miletê xwe, welatê xwe di ser gelşên xwe yên şexsî ra negire wiha dibe, wek merivê cahil difikire.

Ez merivekî nasyonalîst im, ji bo min tu tişt, tu gelş, tu berjewendî ji kurdayetiyê, ji doza Kurdistanê ne muhîmtir e.

Ez gelşên şexsî, fikrî, îdeolojîk tu carî di ser mesela netewî, kurd û Kurdistanê ra nagirim.

Pîvana min a hezkirinê, xeta min a sor ne ku filan keso ji min hez dike, heza nake, filan keso dostê min e, ne dostmê min e, kêfa min jê ra tê ya nayê. Pîvana min a siyasî ne ev e. 

Ji bo min ya muhîm, xeta min a sor, miletpewerî ye, doza Kurdistanê ye, dibê li dijî dagirkeriyê be, dibê terefdarê azadîya miletê xwe be.

Kesê miletperwer, li dijî kolonyalîzmê kêfa wî/wê ji min ra neyê jî ji bo min ne muhîm e. Ez qedir û qîmetê didimê, karê wî/wê teqdîr dikim û dipesinînim.

Çimkî berjewendiyên kurd û Kurdistanê ji bo min ji her tiştî muhîmtir e.

Heger ez wiha nefikiriyama nuha cimateke li pişt min jî hebû, nuha dilxwaz û xêrxwazên min jî pir bûn, nuha ez jî ezîzê ber dilê gelekan bûm.

Lê ez viya ji xwe ra qet nakim derd, xwe pê naqeherînim. Tenê qala rastiyekê dikim.

Ez civata xwe, merivên xwe nas dikim, zanim însanên me ev in. Kultura me ya siyasî îro wiya ye. 

Lê helbet ewê ebedîyen wiha nemîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE