03 december 2023

Li ser mitpaxa kurdî kitêbeke hêja


Lawikê me Serhat îro diyarîyeke pir xweşik da me; kitêba Lawên Mokrî, ”I mitt kurdiska kök”, yanî ”Mitpaxa min a kurdî”.

Kitêb îsal(2023) ji alî weşanxaneya Ordfrontê va hatiye çapkirin.

Kitêb 155 rûpel e, tarîfên 70 xwarin, şîranî û keksan bi fotoyên xweşik tê da ne.

Kitêb bi cild e, rengîn e û pir xweşik çap bûye. Ev jî lînka Îstagrama wê ye.

Dibê kurd vê kitêbê ji xwe ra bikirin û diyarî bidin hevalên xwe yên swêdî.

Lawên Mokrî xanimê di kitêbê da li ser reva ji Kurdidtanê, çîroka xwe ya hatina Swêd, kultura kurdan a xwarinê, dewlemendîya mitpaxa wan pêşgotineke xweşik nivîsîye.

Him gelê xwe, welatê xwe, serpêhatiya xwe, him jî mitpaxa kurdî daye nasîn.

Di dawiya kitêbê da jî ji bo kesên alîkariya wê kirine epîlogek xweş nivîsîye, sipasiya gişan kiriye.

Li Swêd salê herî kêm 300 kitêbên xwarinê çap dibin. Swêdî dixwazin mitbaxa xwe zengîn bikin, fêrî tahm û lezetên din bibin.

Bi kitêbên wiha navê kurd û Kurdistanê dikeve malên swêdiyan, swêdî rehettir, baştir kurdan nas dikin, fêrî çêkirina xwarinên wan dibin.

Kitêbên wiha ji kitêbên siyasî bi tesîrtir in.

Dibê kurd vê kitêbê di Julê/Noelê da diyarî bidin hevalên xwe yên swêdî.

Di sosyal medyayê da wê bidin nasîn û reqlama wê bikin. Ewê him

fêde bigihîje Lawên xanimê, him jî gastronomîya kurdî were naskirin.

Ev jî lînka hevpeyvîna Lawên Mokrî bi Radyoya Swêd Beşê Kurdî ra.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE