03 december 2023

Li ser bîranînên Keya Îzol çend gotin

Do me li Stockholmê cimateke pir xweş gerand, sohbeteke xweş kir.
Hevalê minê salan Keya Îzol do li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî, kitêba xwe ”Ji Siwêrekê heta Stockholmê, bîranînên mîsyonerekî kurd” da naskirin.

Gelek nas, dost û hevalên Keya hatibûn, lê gudarî kirin, hin pirs jê kirin.

Camêr kitêb ji min ra berê îmze kiribû, da min. Mala wî ava be.

Newzad Hirûrî, Alî Çîftçî, Mehmûd Lewendî kitêb berê xwendibûn. Hersê hevalan naveroka kitêbê bi kinî dan nasîn, şirove kirin, dûra jî hin pirs jê kirin.

Wî jî bersîva pirsên wan da. Bi vî hawî naveroka kitêbê, tiştên tê da hatine qalkirin ji bo guhdaran hinekî diyar bû.

Keya Îzol di sala 1974´a da hatiye Swêd, 49 salên jiyana xwe li Swêd derbas kiriye. 

Di van 49 salan da çer hatiye bi rengekî aktîv di nav tegera kurd a netewî da cî girtiye, bûye şahid û aktorê gelek bûyeran. 

16 salan serokatiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd kiriye. Bûye kadirekî DDKDê û partiya hevalên Dr. Şivan.


Bi hevalên xwe ra komele ava kiriye, rojnameya Armancê derxistiye, di kar û xebatên wê da cî girtiye.


Gelek kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê nas kirine, bi wan ra bûye dost û heval û di warê siyasî da xebitiye, ji bo kurd û kurdistanê gelek xebatên hêjayî teqdîrê kiriye. 

Li gorî qewet û zanîna xwe bûye lobîîstekî kurd û Kurdistanê.

Li dîasporayê 49 sal ne hidik e, li Swêd di pêşketina kurdan da keda Keya Îzol jî pir e. Bi taybetî di avakirina Federasyonê da keda wî pir e.


Merivekî wiha dibê hemû serpêhatî û bîranînên xwe, bêyî ku tiştekî li pey xwe bihêle, bi xwe ra nebe gorrê; binivîse, hin tecrûbeyên xwe dewrî nifşên li pey xwe bike.


Bi nivîsîna vê kitêbê Keya Îzol ev karê baş û hêja kiriye. Ez wî pîroz dikim.

Min kitêb nexwendiye, nikanim qala naveroka wê bikim. Lê tiştên do li ser naveroka wê hatin gotin û minaqaşekirin nîşan dide naveroka wê ji bo tarîxa kurdên Swêd û dîaspora kurd pir hêja ye, gelkî dewlemend e.

 

Keya Îzol bûye aktorê gelek tevgerên kurdan, di heqê gelek bûyerên muhîm da agahdariyên muhîm dide. Evy ek ne tenê ji bo tarîxa Keya Îzol tenê, ji bo tarîxa dîapora kurd jî belgeyeke muhîm e.

Nivîsîna bîranînan li ba me kurdan ne zêde ye, kêm kes bîranînên xwe dinivîsîne.
Keya Îzol baş kiriye ji van serpêhatî û bîranînên xwe qismekî wan nivîsîye. Dibê nifşên nuh bizanibin kê çi kiriye.

Li gorî agahiya Keya Îzol, bîranîn ewê bi swêd, tirkî jî were weşandin. Îhtîmal heye bi soranî jî derekeve.

Kitêb 383 rûpel e, weşanxaneya AVESTAyê çap kiriye. Di kitêbê da gelek risim jî hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE