02 december 2023

Zivistana me me dirêj kir

Berf, sir û seqema Stockholmê nabênê nadê, bîna xwe nagire, dom dike. Ev meh, meha zivistanê ya herî no ye, meriv zane bi rastî jî zivistan e.

Lê zivistan çiqasî dirêj û no be jî, dawiya her zivistanê bihar e, qey bihara me kurdan jî ewê were.
Me pir pa, ji zûda em li bende bihara xwe ne. Zivistana me pir dirêj kir...

Bîsteke din dîsa berf e, hinek berfa din jî ewê li berfa erdê zêde bibe; ez jî rêwîyê riyeke kin im.

Gava berf dibare ez di pacê ra carnan lê temaşe dikim. Ahenga di nabêna kuliyên berfê da huzûrekê, aramiyekê dide min, dilê min di xewra dibe.

Hundur malê germ e, lê dilê min sar e, diqefile, nizam çira…
Dibêjin ne nedema dinya sar dibe, dema dil sar dibe zivistana însên dest pê dike.
Mewlane gotiye:

”Kuliyên berfê çi xweş nîşan didin, bêyî ku meriv zirarê bide hev rêwîtî mimkûn e.”

XXX

Me got de vira Swêd e, zivistan e, helbet berfê bibare, helbet hin rojan ewê pûk û tozan, sir û serma be.

Helbet zivistana Stockholmê bêberf nabe. Dema zivistana nebare pir û pir ecêb e. Psîkolojiya swêdiyan xera dibe.

Lê bavo ne bi vê ecêbê. Ji do da ye bi paqijkirina hewşê, bi avêtina berfê pî û bask ji min da ket, milê min jan dide.

Ya xerab ewê hefta pêş me jî bibare, sar û serma jî tim di binê sifirê da be. 

XXX


9 sal berê, li Swêd li bajarê Trosa. Li ber deriyê otêla ez û hevalên xwe yên kar li diman.

Sipas ji bo Facebookê. 9 sal çi zû çûn, xewna me dît li ber qedandinê ye. Rêwîtiya me nêzî dawiyê dibe. Di vê rêwîtiyê da me hin tiştên xweş jî dîtin, hin tiştên xerab jî.
Tiştê ji me ra mane çend risim, çend rêz nivîs û hin bîranînên xweş û ne xweş in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE