10 december 2023

Ferqa xortên dema me û xortên nuha

Di xortaniya me da em zû diketin nav xebatên siyasî. Xeyala me ya herî mezin ew bû em bibin ”şoreşger” yanî ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe bixebitin.

Ji 1960î hetanî 1980î, xwendekar, ne xwendekar ciwanên bi kurdayetiya xwe, bi bindestiya miletê xwe, bi dagirkeriya welatê xwe dihesiyan berên xwe didan xebeta siyasî, micadela li dijî dagirkeriya welatê xwe.

Li gorî çavdêriyên min meyla ciwanên me yên îro zêde ne li ser siyasetê û micadela li dijî dagirkeriyê ye.

Bala wan ji siyasetê, ji micadela ji bo azadiyê, ji xelasiya ji bindestiyê bêrir, li ser tiştên din e, çûyina Ewrûpayê, Amerîkayê ye; koçberiya ji welêt gihîştiye nuxteyeke metirsîdar.


Şertên me, îmkanên me yên wê demê di her warî da ji yên xortên îro kêmtir bûn, lê dîsa jî xeyala me ne çûna Ewrûpayê, zengînbûn bû; xeyla me ketina nav micadela li dijî dewleta dagirker bû.
Hedefa me, rojeva me xelaskirina Kurdistanê bû.

Di van demên dawî da hin xortên dîndar dest bi xebeteka baş kirine, ev kêfa meriv tîne, dibê meriv vê tevgerê xurt bike. Lê hindik in, piraniya xortan xwe nadin ber xebata siyasî.

Xortên nuha ji me gelkî zanetir in, îmkanên wan ên fêrbûnî, ên bi destxistina zanî ji yên dema me pirtir in. Xwendin di nav xortan da pir bi pêş ketiye.  Gelekên wan bi zimanekî, du zimanên biyanî zanin û haya wan ji rewşa dinayê heye.

Çimkî şet hatine guhertin, dinya pir biçûk bûye. Teknolojiyê dinya kiriye telefoneke biçûk û xistiye bêrîka meriv.

Di dema me da îmkanek wiha tunebû, çavkaniyên me tenê medyaya tirk bû.

Lê xortên me wek me nakevin nav siyasetê. Sebebê vê çi ye, çima wiha dikin ez nizanim.

Dibê meriv li ser vê meselê bisekine, sebebên sarbûna xortan ji siyasetê fêr bibe. Û li rê û metedên aktîfkirina wan bigere.

Kesên di umrê min da dibê êdî pêşengî û serokatiyê nekin, dibê xort dakevin qada siyasetê, ew ji bo azadîya miletê xwe berpirsiyarê hildin ser milên xwe, dîreksîyonê ji destê kesên di umrê min da bigrin.

XXX

Di nav xortên me da cereyaneke kurdperweriyê ya xurt dest pê kiriye. Ev yek hêviyekê dide meriv, dibê meriv destegê bide vê cereyana netewî, wê xurt bike.

Ya muhîm ciwanên me jî wek me di xortaniya xwe da kir, ji bo azadî û serxwebûna miletê xwe bixebitin.

Civînên wiha bi saya kurdên zana, nasyonalîst pir baş û bi fêdene. Ciwanên me jê moral û enerjiyê digrin.

Di risim da meriv dibîne gelek ciwan beşdar bûne. Meriv di xortaniya xwe da çi biçîne, di extîyariya xwe da ewê wê biçine.

2 kommentarer:

  1. Xort birçî ne, kar nîne. Ji mecbûrî berê xwe didin Ewrûpayê, eger mirov rê û rêçikeke alternatif pêşkêş neke, ne rast e bibêje neçin jî.. Neçin wê çi bikin, mesele ev e. Silav û rêz.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Rast e gelşa bêkariyê heye, zulm heye. Reva ji siyasetê ne ji ber feqîriyê ye, sebebên siyasî, sosyal hene.
      Piraniya kesên koçî Ewrûpayê dikin ne ji ber bêkariyê û birçîbûnê ye. Serweteke mezin didin qaçaxçiyan. Ji bera me Xamoya hema hema kes nemaye, gelekan dikanên xwe, malên xwe, erebeyên xwe, heywanên xwe firotine û çûne.
      Xort dev ji dibistanên xwe berdidin û berên xwe didin Ewrûpayê. Piranî di riyan da perîşan dibin. Hetanî nuha bi sedan di riyan da mirine.
      Başûr ji xortan vala bûye. Yên çûne ne mecbûr in. Bêhêvîtiyeke mezin heye. Sebebê vê jî serok in, siyaset e. Dibê meriv rê li ber vê koça ji Kurdistanê bigire, hêviyekê bide xortan û milet.

      Radera

PARVE BIKE