11 december 2023

Rojek tê mirin dibe mîvanê her kesî

Dixwaze bira kal û pîr be, dixwaze bira xort be, her mirin mirineke zû ye.
Mirin bi xwe ra hesresta dilê meriv, bîrîkirina meriv a salan mezintir, kûrtir dike, gelek tiştên berê nedihatin bîra meriv, tîne bîra meriv; hafiza meriv teze, nuh dike.

Mirin çeka zindiyan e, zû, dereng  her kesê wê li xwe ke, jê xelasî tune ye.
Hetanî mirin nebe mîvanê meriv, meriv mirinê nayne bîra xwe, meriv nizane mirin heye.

Piştî rojekê mirinê li deriyê meriv xist û yek ji nav meriv, ji mala meriv bir, wê demê meriv dibîne mirin heye, dibêje ax wax, çima min wiha, wiha nekir…

Lê wê demê jî êdî dereng e, mirinê derba xwe li te xistiye, hezkiriyeka ber dilê te ji te stendiye..

Tiştê ji te ra maye tenê çend risim û bîranînên xapînok in.

XXX

Her kes zane li dinyayê kesê nemir tune ye, rojekê emê gişê bimrin. Lê bêxwediya mirinê dîsa jî tahl e, bi meriv zor tê.

Mirin çiqasî zor û tahl be jî meriv mecbûr e qebûl bike. Qnûna xwazayê ev e.

Sipas ji bo her kesê bûne hevparê êşa me û ji me ra sersaxî xwestine.

XXX

Do li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî saet di 14.00a da semînera Endaz Hewêzî hebû. Endaz Hewêzî Asrewanê ola Zerdûştî ye.

Mixabin min nikanîbû herim lê gudarî bikim.

Hêvî dikim milet herê, semîner qelebalix be.

Semîner li ser ”Cejna Mîhrîcanê ye”. Li gorî Endaz digot, piştî Newrozê cejna herî mezin e soran pîroz dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE