11 december 2023

Bi halana vedigerîne talana

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsa fortek daye xwe, wek tedbîr, ji bo ku Îsraîl li Tirkiyê serokekî Hamasê nekuje, tirsek di Îsraîl firandiye, gotiye:

”Heger biwêribin li Tirkiyê operasyonekê bikin ewê bedelê wê pir û pir biha bidin. Me nas nakin. Li dinyayê kesê ji pêşketina îstîxbarata Tirkiyê bêhay  be tuneye. Em ne dewleteke do ava bûne.”

Berde binê te erd e. Bi halana vedigerîne talana. Bi gef û gurra dixwaze Îsraîl bitirsîne.

Ji tirsa fortan dide xwe, halanan di dewleta xwe hildide. Yekî tirsonek bi şev di ber gorristanê ra derbas dibû, ji tirsa ruhê xwe dest bi sitranê kir.
Efendî jî eynî tiştî dike. Qey bihîstiye ajanên Îsraîl li Tirkiyê ciyên terorîstên Hamasê tespît kirine, lema ev beyan daye.

Tirkiye bûye embara qaçax û terorîstan. Bi îhtîmalake mezin gelek serokên Hamasê li Tirkiyê xwe vedişêrin. Îsraîl ev îstîxbarat girtiye û li pey wan e.

Efendî dixwaze bi fortên wiha Îsraîl bitirsîne. Ez bawer nakim Îsraîl ji fortên wiha bitirse.  Dibê ew Tirkiyê nekin hêlîna terorîstan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE