11 december 2023

Rûdaw çima wek medyayeke Tirkiyê weşanê dike?


Ez fêm nakim Rûdaw çima xeberên(nûçeyên)tirkan yên mehelî, yên şer û kuştinan dide?

Rûdaw ne malpereke tirkî ya mehelî ye, ne ajanseke Tirkiyê ye, ji bo çi ewê xebera li Anqerê tirkekî jina xwe kuştiye bide?
Di xeberê da gotiye:
”Li navçeya Çankayayê ya Enqereyê mêrê bi navê M.A. di taksiyê de qirika hevjîna xwe ya berê birî û ew kuşt.”

Çi girîngiya vê xeberê ji bo me kurdan, ji bo xwendevanên Rûdawê heye?
Li Îranê jî, li Îraqê jî, li Sûriyê jî her roj cînayetên wiha dibin, însan hevdu dikuji, hevdu şerjê dikin.
Min nedîtiye Rûdaw rojekê ji Îranê, ji Îraqê, ji Sûriyê xeberke cînayetê bide. Bide jî ne rast e. Ji bo ku Rûdaw ji Tirkiyê xeberekê bide, dibê xeber pir muhîm be, pir mustesna be. Ne ku xebera yekî jina xwe kuştiye ji xwendevanên kurd ra bike xeber. Xeberên kuştinê her rojnameyên tirk jî nanivîsin.

Rûdaw wek ajanseke Tirkiyê xeberên Tirkiyê dide. Wek rojnameya Hurrîyetê xeberên polîsîye yên herî biçûk û lokal jî dide. Efendim li Anqerê yekî jina xwe kuştiye.

Tu medyayeke Kurdistana Başûpr î, ji bo xwendevanên te çi girîngîya vê xeberê heye?
Berpirsiyarên Rûdawê viya nabînin? Rûdaw kirine ajanseke Tirkiyê, êdî kuştinên li bajarên tirkiyê jî dikin xeber û belav dikin.

Heyfa pereyê didin van kesên xeberên wiha berradayî çêdikin.

Tiştekî din jî bala min dikşîne, xeberên ji Kurdistana Bakur ji Anadolî Ajansa(AA) Tirkiyê digrin û tercume dikin. 

Li gund û bajaran bi xelkê ra bi tirkî dipeyivin, dûra tercumeyî tirkî dikin.


Mesela îro xebereke li ser
sabûna kizwana heye. Li Şirnexê sabûna kizwana çêdikin. Yek bi xwediyê fabrîqê ra bi tirkî peyivîye, Rûdawê jî tercume kiriye.


Rûdaw bi xwe naçe bi kurdan ra kurdî napeyive, ji AA ya tirkî tercume dike.

Çima wiha dikin, çima bi kurdan ra bi kurdî napeyivin ez nizanim.

Pir eyb e Rûdaw xeberên xwe ji tirkî tercumeyî kurdî bike.
Dibê di xeberan da dengê tirkî nekeve guhê meriv.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE