12 december 2023

Kûçikekî har dev avêtiye ji Şêx Seîd da

Fatîh Altayli bênamûsekî bi dîplom e, kûçikekî pir har e, neyarê miletê kurd e.

Vî bênamûsî ji ber ku belediya Amedê dixwaze navê Şêx Seîd bide kuçeyeke, herêmeke Amedê heqaretên pir mezin li Şêx Seîdê gorbihuşt kiriye, gelek heqaret û gotinên kûçik pê pûrta xwe diweşînin li dû hev rêz kirine.

Tiştê Fatîh Altaylî kiriye ne rexne ye, ji bêdebiyê, ji heqaretê jî wêdatir e, tahrîkeke pir mezin. Gerek heqaretên wiha sûc be.
Meriv ne provakator û hurbênamûs be wan gotinan ji kalekî 80 salî ra nake.

Berê tu carî tirkan newêrîbûn heqaretên hewqasî mezin, hewqasî giran li mezinên kurdan bikirana.

Ev çend sal in bi piştgiriya dewletê hin tirkan hedê xwe pir derbas kirine, eşkere peyva herî giran ji mezin û serokên kurdan ra dikin. Şeref û namûsa wan tînin pênç peran. 

Esas di şexsê wan da van heqaretan li tevayiya kurdan dikin, çimkî kîn û nefreta wan ji şexsan wêdetir, li hemberî kurdan e.

Kesên di wêrin van peyvên giran ji Şêx Seîd û mezinên kurdan ra bikin cesaretê ji dewletê û ji bêxîretî û çavpaniya kurdan digrin.

Çimî çi heqaretê dikin jî ji wan ra dimîne, kes hesebabê vê yekê ji wan napirse, bersîveke tund nadin wan, zimanê wan nakin qûna wan.

Lema jî mêrikan ji vê tirsonekîya kurdan cesretê digrin.
Heger kurdekî hewqas heqaret li Şêx Seîd kiribûya nuha ew di erdê ra kiribûn.

Lê dema tirkekî bêşeref, namerd, segbavekî wek Fatîh Altayli heqaretê li rîsipîyekî wek Şêx Seîd dike, siyasetmedar, serokên kurd, partî û civat bersîveke heq kiriye nadinê.

Gerek kurd viya ji Fatîh Altayli ra nehêlin, gerek vî bênamûs û qewadê devbixwîn baş rezîl bikin, têxin qûna kûçik û derxînin..

Dibê kurd van heqaretan ji Fatîh Altayliyê namerd, bêşeref ra nehêlin.
Dibê nebêjin de kûçikeke ewtiya ye, meriv nikane kevira bavêje ji her kûçikî da .
Na, gerek ev tir ji vî kûçikê har ra nemîne.

Rast e Fatîh Altayli kûçikekî har e, gava kûçik hat meriv, rahîşr meriv dibê meriv jî xwe biparêze. Dibê kûçik kûçiktiya xwe bizanibe, newêribe rahîje meriv.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE