12 december 2023

Rismekî 37 sal berê

Heyder Diljen xoce îro surprîzeke pir xweş kir, bi şandina rismekî 37 sal berê ez pir dilşa kirirm.

Risim di adara 1986´a da li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê hatiye girtin.

Ji milê çepê: Heyder, Malmîsanij û ez, Zinarê Xamo.

Hûn dibînin di xortaniya xwe da em hersê jî çiqasî çeleng bûne.
Lê yê herî xweşik û wek artîstekî derketiye Heyder xoce ye.

Bala Malmîsanij li dereke din e, ez jî pir xemgîn û bi fikarim.
Dema meriv rastî rismên xwe yên ciwaniyê tê dibîne bê do xortaniya xwe da çiqasî çeleng bûye.

Hey gidî dinyayê, bêbextê, bêwefa yê, te em zû kal kirin. Heyfa ciwaniyê pîrîtî li pê ye.

Mala mucîdê kamareyê ava be, kê kamera îcad kiribe gorra wî bihuşt be. Bi xêra vê îcada giranbiha em kanin li rismên ciwaniya xwe temaşe bikin.

Heger berê jî kamera hebûya pêşiyên me jî ewê rismên xwe girtibûna, me yê nuha têr li fotoyên wan jî yek bi yek temaşe bikira.

Lê di dema feqîran da ne makîneya risma, ne întertent, ne kompîtor, ne jî telefon hebû. Lema li pey xwe ji me ra rismekî xwe nehîştin.

Qelem û defter, kaxet jî tunebû, feqîran li ser keviran, li ser çermên heywîn çend risim û rêzik li dû xwe hîştine.

XXX

Malavayî !

Gelek sipas ji bo hemû nas, dost û hevalên bi minasebata wefata xweha min Cemîleyê bi riya telefonê û di medyaya sosyal da ji malbata me ra sersaxî xwestin.

Ji bo ku hûn bi mesajên xwe, bi telefonên xwe bûn şirîk û xemxurên êşa me, em sipasdarê we ne, mala we gişan ava be.

Li ser navê malbata Xamo û malbata Îboyê Berxo gelek sipas.

2023-12-12

Stockholm

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE