13 december 2023

Ji cepheya "dostên" me yên tirk qet deng dernakeve

Ji ”dostên” me yên tirk hîn kes li dijî heqaretên Fatîh Altayli li Şêx Seîd kir derneketiye.

Dostekî me yê tirk, partiyeke çep hîn ev bêedebî û heqaretên Fatîh Altayli li Şêx Seîd kirin rexne nekiriye.

Dost û dijmin di rojên teng da, di şîn û şahiyan da xuya dibin.

Dostên me yên tirk bi dev dost in, bi dil dijmin in. Dostên xwarinê ne. Dostên parlamenteriyê ne. Piştî bi rayên kurdan dibin parlamenter dostiyan diqede. Bi dev xweş dikin, lê dilê wan ne pak e, reş e.

Di rojên wiha da dost û dijmin, dilxwaz û dilnexwazên meriv diyar dibin, ji hev tên gerandin.

Dibê em dostên derewîn baş nas bikin.

Gava ço li ço dikeve em dibînin bêyî kurdan kes nayê alîkariya me.

Lê "dostên" me yên tirk tenê ne bêdeng in, HUDAPAR jî bêdeng e, wek partî li Şêx Seîd xwedî dernayê, bersîvekê nade partî û kesên heqaretê li Şêx Seîd kirine û dikin.

Dibê em bibînin serok û berpirsên HUDAPARê jî ne me ne, di cepheya dijmin da ne.

XXX

-Yê malê xwe wenda kiribe tiştek wenda kiriye. Yê şerefa xwe, îtîbara xwe wenda kiribe pir tişt wenda kiriye.

Yê cesareta xwe wenda kiribe her tiştê xwe wenda kiriye.

Goethe

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE