22 december 2023

Pûlisên tirk Fûara Kitêban a Amedê kirin qereqol

Polîsên tirk îro li Fûara Kitêban aAmedê xaleke kontrolê danîne, kesên diherin Fûarê yek bi yek saxî dikin.

Berpirsiyarên Fûarê gotine pûlis vê yekê bi zor dike, di destê wan da emrekî saxîkirineke wiha tuneye.
Yanî ji bo ku dewlet ya wan e pê li serê me dikin, me terorîze dikin.

Di tarîxa Tirkiyê û Kurdistanê da zorbatîyeke wiha nehatiye dîtin. Kêfxweşîya kurdan bi wan zor hat, pê behecîn. Lema dest bi vê çavsorî û zorbatiya xwe kirin.

Hewqasî pîs in, nerind in, dilreş û edxem in, çavê wan bar nabe kurd hefteyekê kêf bikin, bi rehetî hevdu bibînin. Kêfxweşiya kurdan ew har kirin, lema ewê du rojên mayî li kurdan bikin jahr. 

Dibê em ji bindestiya van namerdan xelas bibin, dibê em Kurdistan çêkin. 

Rehetiya me di avakirina Kurdistanê da ye. Wekî din tu rê, tu alternatîfeke din li be tune ye.

XXX

Olana kongra duyem ya PAKURD´ê berdewam e. Di medyaya sosyal da gelek kes serokê nuh Gewran Goyî pîroz dike. Herdu namzedên serokatiya PAKURD´ê Sîdar Gergerî û Gewran Goyî, herdu jî xortên wek zêr in, zana û bi kultur in. Bi çend zimanan zanin. Serokên me dibê kesên wiha bin. Di nav siyasetê da hebûna kesên wiha min kêfxweş dike.

Di kongrê da û piştî kongrê, şêl û uslûba, hurmeta herdu namzedan ya li hemberî hev hêjayî teqdîrê ye. Ez bûm heyran.

Di hilbijartinekê da gava du kes bibin namzed, yek qezenc dike. Siyasetmedarên wiha zana û kamil hêviyeke mezin dide min. Ez Sîdar û Gewranê hêja pîroz dikim

XXX

Heqê Sezar bidin Sezar. Qedir û qîmeta merivên hêja, merivên hurmet, sîyanet, qedir û qîmet heq kirine bizanibin. Dibê meriv ne nankor û bêwefa be, wefadar be.

Lê dibê meriv ji tahmê dernexîne. Tu kesî neke pût, nekin şêxê xeybê, bi asîmanan nexîne.

Pesnê zêde, qîmet û hurmeta zêde ne xweş e, dibe şelafî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE