23 december 2023

Kurdan bi destê xwe piraniya kursiyên encumena Kerkûkê dan ereb û tirkmenan

Li Kerkûkê ray giş hatin jimartin, netîceya hilbijartinê diyar bû.

Kurdan piraniya kursiyên encûmena Kerkûkê ji dest dan. Piranî ket destê erb û tirkmenan. Sebebê wê jî kurd bi xwe ne, bêtifaqî ye. 

Heger kurd bi lîsteyekê têketana hilbijartinê, ji dêlî 7 kursiyan ewê 9 kursî bi dest xistina.

Ji ber ku PDK, YNK, partiyên îslamî cihê, cihê ketin hilbijartinê, bi dehhezaran rayên wan şewitî û du kursî wenda kirin.
Dibêjin "Kerkûk dilê Kurdistanê ye", lê ji bo dilê Kurdistanê hêzên xwe nekirin yek.

Nuha li Kerkûkê bi 9 kursiyan piranî di destê ereb û tirkmenan da ye.


Berpirsiyarên kurd bi hev ketine, hevdu sûcdar dikin. Vira dikin, heger ev netîce nexwestana ewê bi yek lîsteyê têketina hilbijartinê.

Wan baş zanîbû heger bi yek lîsteyê nekevin hilbijartinê ewê li zirarê derkevin, ereb û tirkmenên piraniyê bigrin dest.

Bi zanetî bi yek lîsteyê neketin hilbijartinê, ji bo ku encumena Kerkûkê têkeve destê tirkmen û ereban. Wekî din tu îzaheke vê tune ye.

Dibê kurd ji van serokan xelas bibin, serokên berjewendiyên netewî di ser her tiştî ra digrin bibin pêşeng û serok.

XXX

Reîs bela xwe ji me venake, bûye qîr û di me gerîyaye, em dikin, nakin jê pak nabin.
Bûye mişkekî mirdar, ketiye kevçiyê me. Heta em ji vî mişkê mirdar, ji vê bêla bi don xelas nebin em nikanin ber xwe bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE