21 december 2023

Kongra PAKURD´ê ya duduya pîroz be !

Ez îşev mîvanê kongreya PAKURD´ê bûm. Di nîvê kongreyê da têkiliya min qut bû, deng hat birrîn. Ez çend caran ketimê, derketim pere nekir, risim çêbû lê deng çênebû.

Lawikê min Serhat jî pê da ket gelşa deng çareser nebû. Ev jî bêşansiya min e.
Kompîtorê bi min ra bêbextî kir. Ez pir xemgîn im.

Ji hevalên PAKURD´ê, delegeyên kongrê û herdu namzetên serokatiyê ra serketinê dixwazim.

Ji bo ku ev qeza hat serê min, xerxota kompîtora min ev bêbextî bi min ra kir, lema min nikanîbû hatanî dawiyê li mîvanan û li hevalên berpirsiyar gudarî bikira pir li ber ketim, pir xembar im.

Ji PAKURD´ê ra, ji serok û îdareya nuh ra serketinê dixwazim.
Dilê min bi wan ra ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE