21 december 2023

Fûara Kitêban a Amedê bû qada kêf û şahiyê

Weşanxane û nivîskarên me ji Fûara Kitêban a Amedê memnûn û kêfxweş xuya dikin. Ji parvekirinên û rismên di medya sosyal da tên belavkirin ez wer fêm dikim.
Hêvî dikim kitêb pir hatibin firotin, alvêra wan baş çûbe.

Li Amedê hewcedariya me bi mîhrîcaneke wiha hebû. Ev çend sal bû fûar çênedibû. Baş bû îsal çêkirin. Hin kêmasî çêbûbin jî çêbûna fûarê pir baş bû.
Însanan gelek nivîskarên xwe dîtin, li wan gudarî kirin, bi hev ra sohbet kirin.

Bi minasebeta fûarê atmosfereke xweş peyda bûye, zarok, însan kêf dikin, tiştên xweş dibînin.

Mîhrîcanên wiha bîna însanan fire dike.

Di vê nabênê da hin nivîskar ji weşanxaneyên xwe gazinan dikin. di gazinên xwe da çiqasî bi heq in, çiqasî neheq in ez nizanim. Xwezî weşanxaneyan bersîva gazinên wan bida.

XXX

Hin camêr çelziman in, pir xweş dikin, bi zimana xwe digihînin ezmana.

Lê êdî ne wek berê ye, dem û dewran guherî ye, bi tivinga li mil, bi rextê li piştê, bi hevîrê teyştê şer nabe. Dibê em li gorî şertên îro herin ser dijminê xwe.

XXX

Kanî ji çaviyê şolî dibe. Çi dibe ji serî dibe. Rêber û serokên me baş bûna, bi tivdîr û tifaq bûna milet jî ji wan ders û îlham bigirta.
Xeta xwar ji gayê pîr da ye.

XXX

Bizina gurrî çû di kaniyê da rî. Hin însan bavê pîşikê xerab in, gerek tim xera bikin, tu carî çêyî ji wan sadir nabe.

XXX

Hersê dagirkerên me xerabê ji hev xerabtir in. Kîjan fersendê dibîne çavê me derdixe. Meriv nikane bibêje welefilano hinekî medenîtir e.
Ji bêşansîya me ra yek jî ne wek fransizan, ne wek îspanîyan in. Ji medenîyetê fersah fersah dûr in.
Boz bifilete ji reş xerabtir e, reş bifilite ji boz xerabtir e.

XXX

Hin bêxîretên me ji dêlî mezinên xwe, rîsipiyên xwe biparêzin, bûne wek kûçikên bi hebinê xwediyê xwe kevin. Bûne gûzan û bi canê me ketine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE