20 december 2023

Hesreta te ez helandim

Sirgûnî, dûriya ji welatê xwe kerasekî ji êgir e. Hin caran meriv bi xwe vî kerasê ji êgir li xwe dike, hin caran jî dijmin, dewleta dagirker li meriv dike.

Di herdu haletan da jî keras teng e, bedena meriv, ruhê meriv digvêşe, dişewitîne. Bi salan ra ruhê meriv diqemire, jan dide.
Mahcirî bîrîkirin e, hesret û keser e, di dil da birîneke bêderman e. Ji hesreta te dilê min bûye kela derd û xeman.

Li sirgûnê, li xerîbiyê 43 salên mişt hesret, kul û keser li vê sirgûnê, li vê mahciriyê çawa derbas bûn min fêm nekir. Jiyan wek xewnekê bû, hat û çû. Xewneke bi xof, ji serî hetaanî dawî mişt êş, derd û keser.

Ev xewn hîn neqediyaye, hêvî dikim dawî ne aloztir be, tiştên xerabtir nebînim, talî xweş bibe.

XXX

Îro li Stockholmê hewa pir ne xweş e, baran û şilope ye, erd şematok e, serma li dora sifirê ye. Ne roja meşê ye.

Min û xanimê dîsa jî xwe lê qeliband, em seetekê, 5 km meşiyan. Lê em şil û pil bûn. Me meşa xwe nîvçe hîşt, em vegeriyan malê. Nuha tam wexta qahwê ye…

XXX

Bihêlin bira herin !

-Dema însan ji we dûr ketin, bihêlin bira herin. Qedere we tu carî ne girêdayî wan e û ev yek jî nayê maneya ew merivên xerab in. Tenê, tê maneya rola(erka) wan a di çîroka we da dawî lê hatiye.

Julia roberts

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE