20 december 2023

Tenê yekîtiyeke netewî kane me ji bindestiyê xelas bike

Di hevkarî û tifaqa li hemberî dewletên dagirker da tu zirareka partiyên kurdan tune ye, tenê kara wan û miletê kurd heye.

Heger hêzên kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê bi tifaq bûna, neyartiya hev nekirana nuha rewşa miletê kurd pir baştir bû, alîkarî û baweriya dostên me jî zêdetir û saxlemtir bû.

Rikberî û bêtifaqiya salan a di nabêna PDKê û YNKê da mala kurdan şewitand, bû sebebê nîvê axa Kurdistanê ji dest xwe bidin.


Heger ji vê trajediya mezin ders girtibin û dev ji dijminatiya hev berdin, li hemberî neyarên xwe bi tifaq hereket bikin, mimkûn e herêmên hatine dagirkirin dîsa ji dijmin bistînin.

XXX

Di hilbijartinên hêrêmî(mehelî)yên Îraqê û hin bajarên Kurdistanê da ereban 106 hezar rayên kurdan şewitandine, betal kirine.

Ji bo ku Kerkûkê ji kurdan bistînin ereb û tirkmenan 53 hezar rayên kurdan betal kirine. Di vir da rola Tirkiyê pir mezin e. Tirkmen memnûn xuya dikin.

Li ser netîceyên hilbijartinan ji hukûmeta Kurdistanê, ji serokên YNKê û PDKê hîn deng derneketiye. Gelo ji vê netîceya hilbijartinan memnûn a na?

XXX

Parlamenterên tirk nehîştine parlamenterê partiya DEMê George Aslan bi zimanê dayika xwe, bi suryanî bipeyive.

Tim wiha kirine, dixwazin bi darê zorê zimanê miletên din qedexe bikin.

Kuridistanê înkar dikin, hebûna miletan înkar dikin, zimanê wan înkar dikin.

Tirkiye tu carî nebûye welatekî homojen, nufûsa kesên ne tirk tim ji ya tirkan zêdetir bûye.

Kesên ji xwe ra dibêjin em tirk in jî ne homojen in, xalis, muxlis ne tirk in. Piranî mahcirên balkanî, kafkasî ne.

Yanî meriv kane bibêje miletê tirk buxçeyeke bi pîne ye, bi zor bi hev ve zeliqandine.

Lê e ev zor êdî pere nake, zamq hişk bûye, diweşe. Kurdan miletên din jî şiyar kirin. Ferdên miletên din jî êdî dozamafê xwe dikin. Buxçeya bi pîne ji hev da dikeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE