17 december 2023

Bimre koledarî !


Li Fûara Kitêban a Amedê ji ber bernameya Bulent Arinç dirêj ajotiye bernameya Berken Bereh hatiye betalkirin. 
Li ser vê bêhurmetiyê Berken reaksîyonek baş nîşan da, kesên berpirsiyar rexnem kir, got "bimre koledarî, emê bi ser kevin"!

Min roja berî fûarê nivîsî, min got dibê kurd kitêbên nivîskarên tirk nekirin û neçin li tirkan gudarî nekin.

Wa ye Bulent Arinçê neyarê kurdan di ser şairekî wek Berken Bereh ra girtine.

Kurdên çûne li Bulent Arinç gudarî kirine pir bêxîret in, bêmeju ne, serîyek pîvaz jî nakin.

Piştî vê skandala mezin, vê rûreşiya berpirsiyarên fûarê, dibê kurd heta dawiya fûarê derseke baş bidin berpirsiyarên fûarê û vê dewleta namerd. Yek însan neçe li wan gudarî neke.

XXX

Neviyê Şêx Seîd, serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, li ser kesên êrîşî Şêx Seîd dikin beyanek pir baş daye, gotiye:

“Komên ji Împeretoriya Osmanî mane, bermahiyên şûrê rûsan 

ên ji Balkan û Kafkasyayê hatine sirgûnkirin bûne bela.”

Salim Ensarîoglu ji ÎYÎ Partiyê îstîfa kiriye. Baş kiriye, hêvî dikim neçe partiyeke tirk a din.

Dibê kurd hemû ji partiyên tirkan îstîfa bikin. Giş neyarên miletê kurd in. Bûyera Şêx Seîd ev rastî careke din îspat kir.

Piştî êrîşên ser Şêx Seîd her kurdî careke din fêm kir serokên tirk, siyasetmedarên tirk çiqasî neyarên miletê kurd in.

Hundirê gişan wek lexema pîsiyê ye, dilê gişan li hemberî kurdan mişt kîn û nefret e. Giş pîsên di ser hev ra ne, gişan bi qîlên xwe da mîstine. Bêbext in, neyarên har in.

XXX

Serokê MHPê Devlet Bahçelî, berazê bi totik jî wek Fatîh Altayli heqaretên pir mezin li Şêx Seîdê gorrbihuşt kiriye.

Ji ber ku em kurd nikanin zimanên van bêedeban di qûna wan kin, bersîveke xurt bidin van namerdan, van segên har ez pir xemgîn im.

Gava xelk heqaretê li meriv dike, ji mezinên meriv ra gotinên nemayî dike û meriv nikane heyfa bigire pir zor e. Bi min pir zor tê.

Bindestî koletî ye, zimanê merivê kole kin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE