16 december 2023

Zarokên xwe ji xemîşokên kurdî bêpar nehêlin

Fuara Kitêban a Amedê îro dest pê kir. Min hêvî dikir kitêba min antolojiya çîrokên zarokan ”Hebû Tunebû” çapa duduya bi gelek çîrokên nuh ewê bigihîje fûarê.

Lê mixabin negihîştê. Ji çapa 1ê hîn çend hev mane. Yên bixwazin zarokên wan ji xemîşokên kurmancî bêpar nemînin. Hûn kanin herin fûarê ji zarokên xwe ra bikirin. 

Bira zarokên we çîrokên kurdî fêr bibin, bi zimanê kurdî mezin bibin.


Heçî berê gula zerê, kî berê here ewê yekê bi dest xîne.
Standa Pirtukakurdî
Salon 2

XXX
Hin rojan hin kar û civîn dikevin ser hev, ji mecbûrî meriv ji hinekan dibîne.
Carnan jî meriv ji bîr dike, gava tê bîra meriv hasil çûye mûsil.
Do li Kitêbxaneya Kurdî Hakkî Balta romana Nîzamettîn Akkurt ”Dêra Zahferan” da nasîn. Min ji bîr kir herim civînê.

XXX
Îro civîna hevalên partiya PWKê hebû. Min nêt hebû herim, lê lawikê me hat serdana me. Dibê ez li mal bûma. Lema nikanîbûm herim.
Sibe jî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, Komîteya HEVKARÎ û Kurdiska Diaspora Center a Swêd bi hev ra li lokala Federasyonê Roja Ala Kurdî pîroz dikin. Mixabin ezê nikanibim herim wê pîrozbahiyê jî. Carnan li hev nayê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE