16 december 2023

Fatîh Altaylî Hîtler ji Şêx Seîd baştir dîtiye

Fatîh Altaylî vê carê jî Hîtler û Şêx Seîd mûqayese kiriye, Hîtler ji Şêx Seîd baştir dîtiye, gotiye:

”Hîtler îxanet li Almanyayê nekir. Serokwezîrekî bi hilbijartinê hatiye hilbijartin. Meriv kane navê wî bide cadeyekê. Lê belê navê Şêx Seîd nabe meriv li Diyarbekrê bide cadeyekê.”

Neyartiya kurdan Fatîh Altayli, f
aşîstê har, kûçikê bi dêl ji însantiyê derxistiye, kiriye nazîyekî ji hemû nirxên mirovahiyê bêpar; kane navê Hîtlerê qatilê 6-7 milyon cihû li cadeyekê, li kuçeyekê ke, kane viya qebûl bike, lê cadeyeke, kolaneke bi navê Şêx Seîd nikane qebûl bike.

Baş e Fatîh Altayli çima hewqasî neyarê Şêx Seîd e?
Şêx Seîd tiştekî xerab, sûcekî giran ê meriv ji ber fedî bike nekiriye. Ji bo çi Altayli kolaneka bi navê Hîtler ji ya Şêx Seîd normaltir, baştir dibîne?

Ji ber ku Şêx Seîd li dijî Tirkiyê serî hildaye, Xwestiye Kurdistaneka azad û serbixwe ava bike; xwestiye miletê xwe ji bindestiya tirkan rizgar bike.

A tiştê Fatîh Altayli dîn û har dike, nikane qebûl bike, wî dike neyarê Şêx Seîd  ev e. Her azadîxwaz û serxwebûnxwazê kurd ji bo Fatîh Altayli ji Hîtler xerabtir e.

Viya ne ji bo Şêx Seîd tenê, ji bo her serok, mezin û egîdê kurd dibêje.
Fatîh Altayli jî zane her milet navê egîdên xwe, serokên xwe li kuçe û kolanên xwe dikin. 

Almanan jî navên Rose Luxemburg û Karl Lîebknechtê ji alî nazîyan ve hatin gulebarankrin li cadeyên xwe kirine. Kurd jî ewê vê yekê bikin. 

Fatäh Altayli bi vê êrîşa xwe dixwaze rê li ber vê yekê bigire, bala dewletê dikşîne, dibêje tiştekî wiha qebûl nekin. 

Dibê kurd nikanibin navên serok û egîdên xwe li kuçe û kolanên xwe kin.

Di mûqayasa xwe da Fatîh Altayli ne bi tenê ye. Bi hezran tirk jî ev mûqayesekirina Fatîh Altayli rast dîtine, mûqayeseya wî ecibandine û tiştên hîn girantir jî lê zêde kirine.

Ev segê har bi destega dewletê hedê xwe pir derbas dike, dibê ev heqaretên mezin jê ra nemîne.
Lê dibê em baş bizanibin di nava tirkan da bi milyonan Fatîh Altayli hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE