15 december 2023

Hin însan wek dêla kûçik tu carî rast nabin

Di medyaya sosyal da hewqas pir tişt belav dibin meriv pê ra nagihîne nivîsên kêfa meriv jê ra tê gişan bixwîne.

Hin caran ez biryarê didim li ser tiştekî binivîsînim, not digrim lê dûra ji bîr dikim binivîsînim.
Çar roj berê minê qala serpêhatiyeke xwe bikira lê min bîr kir.
Sextekarekî li ser navê Eşref Okumuş daxwaza hevaltiya Facebookê ji min ra şand.
Ez û Eşref berê heval bûn. Ez hinekî ketim şikê, lê min got belkî bi şaşî ji hevaltiya min derketibe ya jî malpereke din vekiribe.Lema ez bi dû neketim, min daxwaza wî qebûl kir.
Lê şika min derbas nebû, min ev pirs ji xwediyê daxwazê kir:

”Eşref merheba!
Em berê hevalên hev bûn, lê diyar e şaşiyek bûye, tu ji hevaltiya min derketiye. Min nizanîbû.
Eşref, ma bi rastî tewelitê te 1946 e ? Min digot belkî tu ji min biçûktir î?
Ez 73 salî me, maşela wa ye tu bûyî 77 !
Te ez derbas kirime. Gelek silavên biratiyê.
 Zinarê Xamo”


Xwediyê daxwaza hevaltiyê bersîv neda min. Min bala xwe dayê Eşref hatiye hakkirin, ev sextekar Eşrefekî nuh e. Ez û Eşrefê rastîn hîn heval in. Tu nabê pîncekî Eşref hak kiriye. Eşref di malpera xwe da wiha nivîsîbû:

”Slav!
Ez hatim hackkirin! Peyamên sexte ji hesabekî sexte yê Facebookê bi navê min tên belavkirin!
Tu peyamê, bi taybetî jî daxwaza hevaltiyê, ji min qebûl nekin.
Esref Okumuşê rast silavê li we dike.”

Min tavilê ew sextekar bloqe kir û ji Eşref ra wiha nivîsî:
”Merheba Eşref !
Wele min daxwaza hevaltiya wî sextekarî qebûl kir û bersîv jê ra nivîsî.
Aqilê kurdan dûra tê serî, dûra ez ketim şikê, min bala xwe dayê û beyana te dît.
Min tavilê ew loqe kir.

Eşref got:
”Merheba Zinar can!
Welle tu hîn jî hevalê min î, û ez hîn jî heftê salî me. Hêvîdar im ew mesajên derewîn zêde serê te ne êsandine!
Silavên germtirîn/ Eşref”

Min got:
”Heta nuha min tiştek ferq nekiriye. Piştî min mesaja te dît, min bêbav bloqe kir. Gelek silavên biratiyê. Qeyd bike, rojekê em hevdu bibînin.”

Ez fêm nakim hin însan çima vê sextekariyê dikin?
Bi hakkirina xelkê çi dikeve destê wan?

Li dinyayê merivên xerab pir in, wek dêla kûçik tu carî rast nabin. Hîleyekê, sextekariyekê nekin rehet nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE