15 december 2023

Erdogan dîsa bi serokê Amerîkayê Joe Bîden ra bazariyek kiriye

Serokê Tirkiyê Erdogan do bi serokê Amerîkayê Joe Bîden ra peyivîye; endametiya Swêd a NATOyê jî di rojeva wan da bûye.

Erdogan ji Bîden dîsa çi bertîl xwestiye medya Swêd bahs nekiriye.
Qala daxwaza Tirkiyê balafirên şer û teslîmkirina hin hemwelatiyên Tirkiyê tê kirin.
Bi texmîna min daxwaza Erdogan a herî sereke qutkirina alîkariya ji ser PYDê ye.
Tirkiye dixwaze Amerîka dev ji alîkariya PYDê û kurdên Kurdistana rojava berde.

Ji bo Erdogan tiştê herî muhîm, herî sereke ev e. Dibê Amerîka bihêle Tirkiye Kurdistana rojava wek Efrînê bi tevayî dagir bike. Hedefa tirkyê ev e, Erdogan vê yekê tim dubare dike.
Daxwazên Tirkiyê yên din, kirîna balafirên şer, teslîmgirtina çend kesan zêde ne muhîm in, şertên ji bo reqlamê ne.

XXX

Di mesela parastina Şêx Seîd da kurdan bi giştî îmtihaneka baş dan, partiyên siyasî, kurdên ji her fikir û siyasetê li Şêx Seîd xwedî derketin û bersîvên baş dan Fatîh Altayli û tirkên neyarên miletê kurd.

Dibê em tim wiha bikin, ji bo tirkan pîvaz ha sor ha sipî ferq nake, pîvaz pîvaz e. Yanî hedefa gişan kurdên azadîxwaz in, dîndar e, şêx e, rast e, çep e ji bo tirkan û dewletê ferq nake, her kurdê azadîxwaz, her kurdê li dijî dagirkeriyê dijminê wan e.

Dibê em rastiyê baş fêm bikin û li gorî wê tim bi tifaq bin.

 XXX

Wey ez bi heyrana serê te bûmê. Miheqeq guh bidin vê şepala fîlozof. Çi heyf ez navê wê nizanim. Min berê jî vîdeoyeke wê dîtibû, ew jî pir xweş bû.

Bi kurmanciyeke bêqusûr, wek gezo şîrîn tiştên pir muhîm dibêje. Ez dê û bavê vê delalê pîroz dikim. Kurdên bêxîret dibê baş guh bidin gotinên wê yên zêrîn.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE