14 december 2023

Pirbûna rêberên rastnivîsê serê meriv tevlihev dikin

Fûara Kitêban a Diyarbekrê sibe ne dusibe, di 16´ê vê mehê da dest pê dike. Weşanxane reqlama kitêbên xwe dikin.

Kitêbên li ser zimên, giramerê, rêberên rastnivîsînê hewqasî pir bûne meriv gêj dibe. Berê şair pir bûn, lê zimanzan wa ye ji şairan pirtir bûne.
Kî îmlayeke, rêbereke ne li gorî devoka xwe dibîne, wê rexne dike, rêbereke li gorî devoka xwe dinivîsîne.

Ji bo ku zimanzan pir bûne meriv nizane gurra kîjanî bike, gurra kîjanî neke, bi ya kîjanî bike, bi ya kîjanî neke. Giş jî peya(mêr) in,di nav zimanzanan da belkî ji sedî yek jî ne jin bin. Jin ji zimannasiyê bêtir ji edebîyatê hez dikin.

Lema tu jinên fîlolog û lînguîst li piyasê xuya nakin. Ez kesî nas nakim. Zimanzanên me giş mêr in, peya ne.

Xwezî rojekê nivîskarên kitêban li ser zimên hemû, çiqas fîlolog û lînguîstên kurd hene, giş bihatana ba hev û bi hev ra li ser îmlayekê, rêbereka rastnivîse ya mişterek li hev kirina. Me yê jî rehet bikira wan jî. Kurmancî jî ewê ji destê nezanan xelas biba.

XXX

Liberxwedan baş e, min jê fêde dît.

Komîtora min vêsê hinekî serî li min gerand, viz bû, viz bû, venebû.

Ez tirsiyam, min got wele pîncekî vîrûsek xistiyê, xera kiriye.

Min girt û vekir, girt û vekir, tûşên kilavîyeyê giş sîle kirin, dawiya dawî min hew dît hat îmanê, vebû.

Liberxwedan baş e, ji pasîfiyê, ji teslîmîyetê çêtir e.

Min liberxwe neda çênedibû û min nikanîbû ev nivîsa binivîsîya.

XXX

-Yê malê xwe wenda kiribe tiştek wenda kiriye. Yê şerefa xwe, îtîbara xwe wenda kiribe pir tişt wenda kiriye.

Yê cesareta xwe wenda kiribe her tiştê xwe wenda kiriye.

Goethe

XXX

Hûn bala xwe didinê rast, çep, komunîst, dîndar, faşîstên tirk gişk bi yek devî êrîşî Şêx Seîdê gorrbihuşt dikin.

Giş neyarên miletê kurd in. Dijminatiya Şêx Seîd dijminatiya miletê kurd e, dijayetiya azadî û serxwebûna miletê kurd e. Nav maskeya neyartiya wan e.

Her çiqas navê partiyên wan, îdeolojiyên wan cihê bin jî di mesela kurd û Kurdistanê da hemû wek hev difikirin; bi devekî dixwin, bi qulekê dirrîn. 

Giş mikê qulekê, segê ser kormekê ne. Dijminên bav û kalan nabin dost û hevalên lawan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE