17 december 2023

Kurmancî kirine şor be

Hin rojnamevanên bi tirkî û erebî difikirin, bi kurmancî dinivîsin kurmancî perîşan kirine, kirine gêrmiya gavanan û şorba heftnîskê.

Ji tesîra farisî baş haya min tune, çimkî ez medyaya kurmancên Kurdistana Rojhilat taqîb nakim.

Rûdaw ji bo kesê mirîye, wefat kiriye dibêjin ”koça dawî kir”. Belkî behdînî jî dibêjin, ez wiya nizanim. Rûdaw vê gotinê tim bi kar tîne.

Gelek kurdên Kurdistana Bakur jî di bin tesîra zimanê Rûdawê da mane, ew jî êdî dibêjin, ”filan keso koça dawî kir”!

Rûdawê gotiye, ”Mîrê Kuweytê koça dawî kir”!

Koça dawî kir çi ye, meriv çawa koça dawî dike?
Medyaya xelkê zimanê xwe bi pêş dixîne, tekûz dike, medyaya me zimanê me dike şorbe, şorbeyeke her tişt têda heye.

Bi baweriya min di kurmancî da qalibekî wiha, gotineke wiha tune ye. Ji bo kesê mirî meriv nabêje ”koça dawî kir”. Tiştê ez zanim pêşiyên me wiha negotine.

”Koça dawî kir”, tê maneya qey berê jî çend caran koç kiriye, yanî miriye, vê carê ya dawî ye.

Di kurmancîya me kurdên Kurdistana Bakur da gotineke wiha tune ye. Ez bi xwe lê rast nehatime. Heger di kilasîkên me da peyveke wiha heye bira yek kerem ke nîşan bide.

Em ji bo kesên mirî dibêjin:
-Mir, wefat kir, çû rahmetê, rahmet kir, çû ser dilovaniya xwe. Ji vê dinyayê koç kir, xatir ji me xwest.

Lê di kurmancîya kevn da min ”koça dawî kir” nedîye, nebihîstiye.
Di tirkî da jî meriv nabêje ”koça dawî kir”.
di swêdî da jî peyveke wiha tune ye.

Heger di erebî da formeke wiha hebe ez nizanim.

Bi kurmancî meriv ji kesê mir ra nabêje ”koça dawî kir”.

Wek min li jor jî got, ji bo kesê miribe meriv dibêje ”mir, çû rahmetê, rahmet kir, wefat kir, çû ser dilovaniya xwe, çû gerdûneke din, xatir ji vê dinyayê xwest…”

Lê ”koça dawî  kir” di kurmancî da pir bêmaneya, meriv ji bo kesê miribe nabêje ”koça dawî kir.”

Ev gotin îcadeke Rûdawê ye. Belkî ji erebî tercume kiribin.
Ez baş nizanim behdînî ji bo kesên dimre dibêjin ”koça dawî kir” ya na?

Berê di kurmancîya kurdên Kurdistana Bakur da kesî ji miriyan ra nedigot ”koça dawî kir”, lê bi saya kurmancîya Rûdawê ya wek şorbê nuha ji me jî gelek kes vê gotinê bi kar tîne. Bi texlîdên wiha kurmancî ji qalibê xwe yê orjînal derdikve, otantîkiya xwe ji dest dide.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE